Ahmet Guneştekîn: Ez dixwazim pêşangeha xwe li Hewlêrê jî vekim

Ahmet Guneştekîn: Ez dixwazim pêşangeha xwe li Hewlêrê jî vekim

.

A+A-

Pêşangeha Jûra Bîrê ango Odeya Bîrê ku ji aliyê hunermendê kurd ê navneteweyî Ahmed Guneştekîn ve li Amedê hate vekirin, bi xwe re gelek nîqaşan anî. Pêşangeha ku ji 16ê Cotmehê ve vekirî ye, di medyaya civakî de bû sedema nîqaşên mezin. Hunermend Ahmed Guneştekîn got ger derfet bê dayîn ew amade ye pêşangehê li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jî veke.

Dayikên Aştiyê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weke semboleke berbiçav têne dîtin serdana pêşangehê kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Ahmed Guneştekîn nîşan dan. Dayikek Aştiyê nekarî rondikên çavên xwe bide sekinandin û got di vê pêşangehê de şerê nava Sûrê, kuştin, êş û kedera ku kurdan kişandiye yek bi yek li ber çavên xwe dîtiye.

Pêşangeha Odeya Bîrê ku ji aliyê hunermendê kurd ê navneteweyî Ahmed Guneştekîn ve li Amedê hate vekirin, ligel protestokirin û êrîşa komek ciwanan jî rastê eleqeyeke mezin tê.

Wisa bû ku komeke navê "Însiyatîfa Ciwanên Amedê" li xwe kirin, darbestên sembolîk ên di vê pêşangehê de ji ser bircên Amedê avêtin xwarê. Lê digel vê yekê jî eleqeya li hemberî pêşangehê her ku çû zêdetir bû. Beşdaran li hemberî tundiya li ser pêşangehê nerazîbûn nîşan da.

Hunerhez Sorgul Aytek Avşar got: “Pêşiya hunermendan, li pêşiya huneran çi astengî hebe ez qebûl nakim. Ez li dijî vê yekê me.”

Derbar, êrişa li ser pêşangehê de hunerhez Evdilqadir Demîr jî got: “Xelet e. Ew protesto xelet e.”

Hunerhez Remezanê Licî jî dibêje: “Bi rastî min tu wate neda protestoyê. Çima protesto kirin? Ev mêjûya me ye.”

Endamên Dayikên Aştiyê jî ku weke Dayikên Şemiyê jî têne naskirin, di nava beşdaran de cihê xwe girtin. Yek ji van dayikan Hefîfe Kartal e. Wê di şerê 40 salan ê dawiyê de keça xwe ji dest daye. Pêşangehê di hiş û mêjiyê wê de bîra şer careke din zindî kir.

Dayika Aştiyê Hefîfe Kartal got: “Ez lê dinêrim hêsiriya kurdan dibînim. Ez dimirim. Ev hêsiriya me ye ku em tê de ne. Ji malek ferek sol derketiye, ji malê perwaneyek derketiye, quşxaneyek derketiye, ji malê valîzek derketiye, ji malê peteke avê derketiye. Yanî ev çi qetlîam e ku li me kirine?

Di pêşangeha Jûra Bîrê de bûyerên ku 100 sal in li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qewimîne bi awayeke hunera hevçerx de hatiye nîşandan. Komkujiyan heta bi hezaran kesên ku bi awayeke kiryar nediyar hatine wendakirin, ji îşkenceyên Zindana Amedê heta Komkujiya Robozikê û qedexekirina zimanê kurdî gelek bûyer di pêşangehê de bi awayeke hunerî hatiye raxistin.

Xwediyê Pêşangeha Jûra Bîrê Ahmed Guneştekîn got: “Bila Herêma Kurdistanê bizanibe ku di nava wan de hunermendekî cîhanî heye, înkara zimanê xwe û kultura xwe nekiriye û bi wan re ye. Ez gelek kêfxweş dibim ku programeke baş çêbibe, li Hewlêrê jî pêşangehek vekim.”

Pêşangeha Jûra Bîrê di sala 2012an de pêşî li Stenbolê hate vekirin. Paşê li Enqerê. Heman pêşangeh li welatên pêşketî ên cîhanê jî hatibû vekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin