Akademîsyenek: Heke Hikûmeta Kurdistanê alî me bike em dikarin beşa Kurdî vekin
Akademîsyenê Kurdî yê Zanîngeha Moskovayê Vedîm Mekarînko ragihand; Heke Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan bike, wê karibin beşa Kurdî di zanîngeha xwe de vekin.
A+A-
Vedîm Mekarînko ku bi salan e di zanistiya Kurdî de xebatê dike wiha got:
“Eger Hikûmeta Kurdistanê alîkariyê bike, em dikarin li Zanîngeha Moskovayê lîsans, master û di warê doktorayê de beşa Kurdî vekin. Di zanîngeha me de Kurdolojî niha weke qada pisporî tê xwendin û ne beşeke bi serê xwe ye. Hem em dixwazin pirtûkaxaneyeke pirtûkên bi zimanê Kurdî vekin.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin