Akar û Şoygu li Soçiyê civiyan
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê û Wezirê Berevanî yê Rûsyayê li bajarê Soçî yê Rûsyayê hevdîtinek pêk anî.
A+A-
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar û Serokê Saziya Îstixbarat a Tirkiyê (MIT) Hakan Fidan îro danê sibehê (20-11-2018) bo serdaneke fermî çûn Rûsyayê.
Hulusi Akar û Hakan Fidan li bajarê Soçî yê Rûsyayê li gel Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu û rayedarên din ên wî welatî kom bûn.
Di hevdîtinê de herdu aliyan li gel mijarên di derbarê Rojhilata Navîn de, bi taybetî behsa rewşa dawî ya Sûriyê û Îdlibê kirin.
Di 17ê Îlona 2018a de li bajarê Soçî yê Rûsyayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin rêkevtineke 10 xalî ya di derbarê rewşa Îdlibê de îmza kiribûn.
(wêne: AA)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin