Akça: Şkence li ciwanên desteserkirî tê kirin

Akça: Şkence li ciwanên desteserkirî tê kirin

.

A+A-

Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akçayê da zanîn ku li Êliha Bakurê Kurdistanê şkence li ciwanên desteserkirî tê kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Gelê Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan protestoyan li dar dixe û vê biryarê şermezar dike.

Polîs jî li gelek deveran êrişî xelkê dikin û gelek kesan bi lêdanê desteser dikin.

Bi taybetî ji Êlihê gelek dîmen hatibûn ku şkence li xelkê tê kirin.

“Li Êlihê şkence li ciwanên desteserkirî tê kirin”

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Ceylan Akçayê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî şkenceyan da.

Ceylan Akçayê got, “Li Êlihê şkence li ciwanên desteserkirî tê kirin” û hejmareke telefonê parve kir û da zanîn:

“Hûn dikarin telefonî vê hejmarê bikin û bixwazin ku dawiyê li şkenceya xwe bînin.”

Akçayê diyar kir ku şkence li Midûriyeta Ewlehiya ya Êlihê tê kirin û anî zimên, “Bertekeke civakî dikare vî sûcê li hemberî mirovatiyê bi dawî bike.”

“Hûn hewl didin kîjan sûcî veşêrin?”

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncuyê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Em piştî xeberên şkenceyê çûn Midûriyeta Ewlehiya ya Êlihê lê destûr nehat dayîn ku em welatiyên xwe yên desteserkirî bibînin.

Hûn hewl didin kîjan sûcî veşêrin?

Hûn çi qasî hewl bidin sûcên xwe bincilik bikin jî êm dê li pêşberî edaletê hesêb ji we bipirsin”

Zeynep Oduncuyê amaje pê kir ku dê parêzer ji bo dîtina desteserkiriyan û zelalkirina mijara şkenceyê herin Midûriyeta Ewlehiyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin