Ala Kerkûk, yanê Ala Serxwebûnê...
Zeynel Abidîn
Şertên dost, şertên dijmin û rastiya serxwebûnê çi ne?
Mijara nivîsa me ev e.
Min berê heftiyekê nameyeke vekirî bo birêzan Mela Bextiyar, Elî Bapîr û Newşîrvan Mistefa nivîsîbû. Hemin di demeke ew qas kin de wan dengê min nebihîstîbû, lê Xwedayê mezin dengê min bihîst, îro ji bilî Newşîrvan Mistefa, herdu jî li hev civiyan û PDK, YNK, Komala Îslamî û Yekgirtû di mijara Ala Kurdistan ya li Kerkûk bipêl dibe û refarendûma ser mijara serxwebûnê de li hev kirin û berev yekbûneke bi xêr bi rêve ketin.
Pîroz be...
Bijî yekîtiya Kurd...
Jiber vê yekê ez di destpêkê de bêjim, ku eger yekîtiyeke wisa çêbe, pirsgirêkeke mezin ya li ber serxwebûnê namîne. Jiber vê jî divê, kesên ku dibêjin dewletên dewr û ber dijî serxwebûna me ne û jiber vê hinceta bêserûber xwe vedikiînin; divê hinekî xwedî aqil bin, yan jî wêjdan...
Çima?
Bifikirin, di sala 91an de gava Federasyona Kurdistanê dihate ragîhandin, ji bilî Amerîka, hemî dewletên hem dewrûber (yanê dagirkeran) û hem jî dewletên mezin dij vê yekê bûn; yên li ne dij bûn jî, pir zeyîf destekê didan.
Dîsa bi vekirî, Îran û Sûriya yekser serokên Kurd Barzanî û Talabanî tehdît kirin. Bi wê re jî neman, piştî demek kin PKK ji Sûriya derxisitin û li Başûr şerekî navbeyna PKK û Başûr derxistin.
Çima?
Jiber ku wan bi xwe nedikarîn vî şerî pêk bihînin, dîsa hizbeke "Kurd" bikar anîn. Îran û Sûriya û hemin Iraq jî eger bikarin ancax dê dîsa vê yekê bikin û PKK bajon ser Başûrê Kurdistan.
Jixwe ew jî gelek bi niyet in û di meseleya Şingalê de dan diyarkirin ku ew dê bi navê van dewletên dagirkeran şerê dijî Kurdistan bikin.
Lê paşê çi bû?
Jiber ku PKK di sala 1992 de bûbû sedema ew qas mirin û kuştina Kurdan hate mehkûm kirin û paşê di cîhê xwe de rûnişt û qaşo wî jî xwest hin tiştan bike. Nizanim "Hikûmeta Botan Behdînan" nizanim "Meclîsa Netewî" heta ev yek kir jî.
Yanê jiber ku wê nekarî Kurdistan hilweşîne îjar pê re reqabeteke "aşîtiyane" kir.
Yanê dîsa dewletên dagirker wê bikar bihînin, wekî din tiştekî ku bikin tune ye. Lê PKK ev car ne di wê rewşê de ye ku yekser bi Kurdistanê re bikeve şer. Jiber ku heta niha ji bo Başûriyan peyva xiyanetî bikar dihanî û bi mîlyonan Kurd jî pê bawerî dikirin. Lê ev car rewş cûda ye; bi tevayî partiya ku di rewşa "xiyanetî" de ye ew bixwe ye. Jiber ku di sala 1991 de PKK bi dirûşmeya serxwebûnê dijî otonomîst û federasyonîstên (PDK û YNK) Başûr dikir û ev yek rihet bû ku ew miletê Kurd îqna bike. Lê îro eger şerekî wisa dest pê bike, belkî di nav hefteyekê de bi hezaran gerîla dê ji wan veqetin û tevlî pêşmerge bibin. Jiber vê yekê PKK xeletiyeke wisa dê neke, kir jî bi hebûna xwe ya mayî wê bedela xwe bide.
Jiber ku îro qet rewşeke tune ye ku wê mafdar derxîne, lê hemî rewş Kurdistana Başûr mafdar derdixîne ku ew divê bibe dewleteke serbixwe.
Jiber vê jî hem dewletên dewrûber û hem jî PKK di 92an de mecbûr man ku Federasyona Kurdistan qebûl bikin û hemî jî tîcareta xwe hîna jî bi me re dikin. A niha qet dewletekê nikare vekirî dij derkeve, derkevin jî ne hedê wan e ku şer dij Kurdistanê bikin; bikin jî, heta niha Kurd bi tenê serê xwe bûn; berî ku DAIŞ xilas bibe, eger dewletên dagirker hêriş li ser Kurdistanê bikin jî wê pir tişt ferq neke, heta baştir be jî. Jiber ku Kurd îro li hember xetertirin hêza hovana ya DAIŞê şer dikin.
Eger dewletên dagirker yên wek Îran û Tirkiyê jî tevlî şerê dijî Kurdistanê bibin, nexwe hemî hêzên koalîsyonê yanê dewletên mezin yên Awrûpa û Amerîka bi tevî alîkariyên asîmanî û çekên giran li cem me dijî wan şer bikin.
Niha ez pirsiyar dikim, gelo a niha hêrişa dewletên dagirker ya li hember Kurdistana Başûr wê rêya serxwebûn, heta rêya serxwebûna mezin ya Kurdistanê vebike yan asteng bike?
Rastiyekê heye ku ev yek ji layê analîstên tirk û yên dunyayê jî dihête serzimankirin ku heta ku Kurd dijî şerê DAIŞê berdewam dikin, kes nikare li ser daxwezên siyasî yên Kurdan ya li ser serxwebûnê astengî bikin. Jiber ku Kurd a niha bi şerê xwe yê mezin yê li hember DAIŞê hemî daxwezên xwe yên siyasî heq dikin. Ev yek rastiyeke girîng e û divê em Kurd li gor vê rastiyê tev bigerin.
Dev ji Başûrê berdin, eger PYD siyaseteke netewî û dilsozane pêk bihîne, şerta serxwebûn, qe nebe federasyona Rojava jî di rojev de ye.
Bal kêş e, tam di van rojan de ku li Kerkûkê Ala Kurd hate bipêlkirin, Îranê generalekî xwe şand Kurdistanê, ji bo çi?
Dixweze tirs têxe nav Kurdan û belkî prosesa serxwebûnê sist be, tenaqûdî bikeve nav partiyan û evê tirsê jî bi rêya hin siyasetvanên Kurd pêk dihîne. Lê eslen ne generalekî, bi sedan generalên wisa hov hebin jî qet qasî misqalek jî tesîra wan tunebe. Jiber ku a niha li Rojhilata navîn de hêzeke wek Kurd wek Pêşmerge tuneye ku di demeke wisa xirab de û li hember ew qas neyaran şerekî wisa serkeftî li hember DAIŞê bide. Eve ez nabêjim, hemî dewletên dunyayê dibêjin. Eger siyasetvanên Kurd siyaseteke layıqê vê hêza pîroz Pêşmerge neke, çima dibêje ez Kurd im û çima siyaset dike?
Eger miletê Kurd yê ku ev sed sal in jiyan, tekoşîn û berxwedaneke wisa mezin daye ku qet miletekî nikare vê yekê bike, eger bi generalekî bêserûber yê Îranê çavtirs bibe, bila hemî welatê xwe biterikîne û xwe bi her aweyî teslîmê dagirkeran bike.
Bila qet siyasetvan û serokek Kurd jibîr neke ku derfeteke wisa qeyîm, baş û kûncal ya ji bo serxwebûnê di dîrokê de neketiye destê me û wê nekeve jî. Vê derfetê baş bikar bihînin û vî miletê mezlûm û leheng êdî bê dewlet nehêlin. Jiber ku vebal û bedela vê kiryara xirab wê pir giran bibe. Lê eger hûn evan derfatan baş bikar bihînin û di dawiyê de Kurdistana Serbixwe qet nebe îro li Başûrê Kurdistan bête îlankirin, ew dê hem li dunya û hem jî di navbera Miletên Yekgirtî de bihête pesenandin û bi vê yekê re jî nemîne:
Ev Kurdistana serbixwe ya li Başûrê Kurdistan hem dê bibe konek parastin û gêşkirina beşên din yê welatî û hem jî rê li ber Kurdistana gewre û yekbûyî vebike. Êdî bifikin ku çi şans û destkeftiyeke dîrokî li ber me ye, li ber we ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin