Albuma nû ya Mehmet Atli 'Morî Mircan'

Albuma nû ya Mehmet Atli 'Morî Mircan'

Mehmet Atli ku heta niha bi stranên xwe dilê beşek mezin ji guhdaran fetih kirîye, niha albumeke nû avêt nav vê deryaya dil a muzîkhezên xwe.

A+A-

Cemil OGUZ

Her album heyecanek nû ye ji bo hunermend. Ew heyecan ji hunermend dê bigihê guhdaran jî yan na asta albumê dîyar dike. Mehmet Atli ku heta niha bi stranên xwe dilê beşek mezin ji guhdaran fetih kirîye, niha albumeke nû avêt nav vê deryaya dil a muzîkhezên xwe. Heyecana nû ya Atli û hezkirîyên wî dest pê kir: "Morî Mircan" bi etîketa Kom Muzîkê derket û li ser hemû platfomên muzîkê jî dikare lê bê guhdarîkirin.

Ji dawetên Baglarê heta 'Morî Mircan'

Atli tam 45 sal berê, sala 1975'an li Amedê çavên xwe li dinyayê vedike. Salên wî yên biçûkatîyê li Baglara Amedê derbas dibin. Ew Baglara ku têkilîyên cîrantî xurt, qelebalix, mirov di nav hev de, di dawet û şînan de ligel hev... Ew jî di nav rewşek wisa de mezin dibe û bi taybetî dawet bandor li wî dikin. Wekî zarokek di nav wan dawetan de dil ber dide muzîkê lê tu enstrumanek wî nîn e; kêfa wî jî ew e ku ji camên enstrumanfiroşan li ensturaman mêze bike. Her ku dem derbas dibe, rewşa kurdan a wan salan diguhere ew jî êdî mezin bûye û êdî berê xwe daye zanîngehê.  Wekî gelek ciwanên li zanîngehan dikevin dû muzîkê, Atli jî dikeve dû lê bi awayekî din, ne ji bo demek kurt, lê ji bo demek dirêj û hê bi awayekî profesyoneltir. Ew hezkirina wî ya muzîkê ku di nav dilê wî de gur bûbû dike ku ligel hevalên xwe komek ava bike. Di destpêka salên 90'î de ew û hin hevalên xwe di nav Koma Dengê Azadî de dest bi muzîka kurdî dikin. Kom bi şêweyeke nû muzîkê dike û ev yek dike ku ciwan ber bi wan ve biçin. Ligel komê du albumên bi navê "Welatê Min", "Fedî" derdixe. Bingeha muzîka wî ya îro wan rojan tê avêtin û bi ser de stran, album têne zêdekirin heta îro.

Di warê muzîkê de Nifşê 90'î

Berî salên 90'î hunermendên kurd hene wekî Şivan Perwer, Nizamettîn Arîç, Xelîl Xemgîn û hwd. Lê bi salên 90'î re nifşek nû ya muzîkarên kurd dertê holê. Koma Çîya çêdibe, Koma Amed, Gulê Xerzan, Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jîyan û yên din... Ew mohra xwe li salên 90'î ya muzîka kurdî didin, di heman demê de ji bo salên bê jî bingehek nû ava dikin. Atli jî di nav wan de ye; ew jî yek ji endamê vê nifşê 90'î yê muzîka kurdî ye. Û piştî ku koma wan Dengê Azadî belav dibe Atli dest ji muzîkê bernade, berevajî zêdetir li ser dixebite û xwe pêş dixe.

"Jahr" tê

Atli wan salan ji alîyek ve dixwîne ku dibe mîmar, ji alîyê din ve li ser muzîkê jî xwendina xwe, xwepêşxistina xwe didomîne. Û dest bi albumên solo dike. Pêşî bi navê "Jahr" (Lizge Muzîk) albuma xwe ya yekemîn a solo pêşkêş dike (album di sala 2010'an de carek din dertê vê carê ji Anadolu Muzîk). Dûre "Wenda" (2008) û herî dawî "Birîn" (2014). Û niha jî bi "Morî Mircan" li pêşberî hezkirîyên xwe ye.

Rih dide helbestan

Atli yek ji wan kesan e ku hay ji helbesta kurdî heye. Ew helbestan dixwîne, hildibijêre û pêşî deng, paşê rih dide wan. Heta niha ji Cegerxwîn "Pismamo" xwendibû ku bi dengê wî ev Pismamo ketibû ser zar û zimanê gelek kurdan. Ji Mihemed Şêxo dîsa bi heman awayî... Û paşê ji Evdile Peşêw "Name" û her wiha ji Arjen Arî "Li Gelîyekî", dîsa ji Kamûran Alî Bedirxan jî.... Di vê albumê de jî helbesta Mazhar Kara "Gula Dil" girtîye dest û rih daye kê. Her wiha "Rengesmerê" a Mihemed Şêxo jî ligel gîtara xwe coşandîye.

Keda 30 salan

Erê hunermend Mehmet Atli ku ev dora 30 salan e deng dide muzîka kurdî encama vê kedê "Morî Mircan" pêşkêş kir. Atli ku li tembûr, gîtar û ûdê dide zêdetir jî bi gîtarê li pêş e. Dengê xwe û dengê gîtara xwe bi hev re dihone, pêre jî gotinên ku wî bi xwe nivîsandine lê zêde dike û stranan diafirîne. Atli di vê albumê de jî bi vî awayî hin stranên xwe xwendine. Ji  9 stanên albumê stranên bi navê "Xatir", "Morî mircan", "Pawok" gotinên wan aîdê wî ne. "Gula Dil" ji helbesta Mazhar Kara, "Rengesmerê" ji Mihemed Şêxo.. Ji bilî van "Nêrgiz" û "Zirav" du stranên gelêrî ne ku wan jî di albumê de ji xwe re cih dîtîye. Her wiha strana dawî "Xatir" bi awayê enstrumantal jî hatîye îcrakirin ku ev îcra jî aîdê Mehmet Atli ye.

Atli stranên wekî Nêrgiz, Zirav, Rengesmedê berê xwendibûn û di ser platformên dîjîtal re belav kiribûn, niha ew ligel stranên nû di vê albumê de carek din hatine amadekirin û pêşkêş kirin. Atli ku di albuma "Birîn" straneke bi tirkî "Karanfil Eker misin" xwehdibû di vê albumê de ev yek domandîye û strana Sadik Doganay "Vay Dunya" xwendîye.

Hunermend Mehmet Atli ku bi awayekî modern rêwîtîya xwe ya muzîkê didomîne û di vê rêwîtîyê de bi taybetî di nav ciwanan de cihek gelek muhîm girtîye, bi heman awayî, bi heyecan, ji dil, bi hest û keda salan albumeke nû pêşkêşî muzîkhezên xwe kir. 

Bila rê wî û albuma wî vekirî be. Û yên bixwazin dikarin ji ser hemû platformên muzîkê re lê guhdarî bikin.

 

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin