Alî Babacan: Kurd li Tirkîyê pêkhateyeke sereke ne
Alî Babacan ku tê pêşbînîkirin heta dawîya îsal partîyekê damezrîne, derbarê pirsa Kurd de got: “Alîyê dîrokî yê pirsa Kurd heye. Kurd pêkhateyeke sereke yê vî welatî ne.”
Navenda Nûçeyan- Alî Babacan, ku yek ji damezrênerên AK Partîyê bû û Tîrmeha îsal dest ji wê partîyê kişand, hûrgilîyên partîya xwe ya nû ji televîzyoneke Tirkî re aşkere kir û ragihand ku berî hatina serê salê, ew dê partîya xwe ya nû damezrîne.
Derbarê îstifa kirina xwe ya ji AK Partîyê de Babacan got: “Gilîyên me hebûn ku li Tirkîyê mafên demokratîk têne binpêkirin. Me digot serwerîya hiqûqê tê tinekirin. Her diçû patî ji nirxên xwe dûr diket. Me hewl da em şaşîyan serast bikin, lê me dît ku nayê serastkirin wê demê ji hev cûdabûnê dest pê kir.”
Babacan destnîşan kir ku fokûsa partîya wan dê mafên mirovan be û wiha pê de çû: “Li Tirkîyê bi awayekî cidî pirsa mafên mirovî, pirsa azadîyan heye. Ji bo me ol, eknîk, mezheba mirovan ne girîng e, ji bo me tiştê girîng ew e ku mirov bin. Ev 4 sal in, em guhdarîya mirovan dikin û ev yek ji bo me derfeteke baş bû. Em ji bo Tirkîyê li ser stratejîyek baş dixebitin.”
Aborînas û sîyasetmedar Babacan da zanîn ku partîya wî ji ya Ahmet Davutoglu cuda ye û zehmet e ew ligel partîya ku Ahmet Davutoglu ava bikin, bibin yek.
Derbarê pirsa Kurd de jî Babacan wiha nêrînên xwe anî ziman: “Herkes hemwelatîyên wekhev ên wî welatî ne. Nabe ti kes ji yê din serdesttir be. Alîyê dîrokî yê pirsa Kurd heye. Kurd pêkhateyeke sereke yê vî welatî ne. Me bi hev re şer kirîye û ev ax parastî ye. Divê em yekê ji bîr nekin. Em dikarin bi hevbeşî yekîtîya Tirkîyê biparêzin. Nabe bazarî li ser mafê sereke û azadîyê were kirin. Divê sedemên hebûna terorê nemînin. Divê em azadî û mafê herkesî garantî bikin, erka dewletê ev e.”
Alî Babacan herwiha dîyar kir ku ew plan dikin heta dawîya îsal dmezrandina partîya xwe rabigihînin.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin