Alî Ertan Toprak: Kurd dê li Almanyayê bibin xwedî gotin

Alî Ertan Toprak: Kurd dê li Almanyayê bibin xwedî gotin

.

A+A-

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê namzedê Partiya CDUyê Alî Ertan Toprak got, "Em beşek in ji Almanyayê û Kurd jî dê di paşerojê de li Almanyayê bibin xwedî gotin."

23yê Sibatê li Almanyayê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal tên lidarxistin.

Di nav zêdetirî milyonek Kurdên ku li Almanyayê dijîn de, yên ku mafê wan ê dengdanê heye, 11 kesan xwe kiriye berbijêr û Kurdên diyasporayê jî dikarin dengê xwe bidin wan.

Di bernameya Diyasporayê ya borî de, Qasim Tahir Salih mêvanê min bû ku parlamenter e û li ser lîsteya Keskan xwe careke din kiriye berbijêr.

Vê hefteyê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê namzedekî din ê Kurd dide naskirin.

Alî Ertan Toprak Kurdistaniyekî zêdetir naskirî ye di nav navendên siyaset û medyayî yên Almanyayê de.

Toprak Kurdekî Elewî ye lê li Kurdistanê nejiyaye lê kiryarên wî yên li Almanyayê ew qasî Kurdistanhez û Kurdî ne ku dema biryarder û medyaya Almanî wî dibînin, wî wekî Eliyê Kurd nas dikin.

Alî Ertan Toprak di vê hilbijartinan de li ser lîsteya Yekîtiya Xirîstiyan Demokratan (CDU) berbijêr e ku li gorî rapirsiyan, partî CDU dê dengên herî zêde bistîne.

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) û berbijêrê Partiya Xirîstiyan Demokrat Alî Ertan Toprak bû mêvanê Diyasporayê û qala bernameya partiya xwe ya ji bo diyasporaya Kurdî kir.

"Partiyên çep li dijî dayîna çekan a ji bo Başûrê Kurdistanê bûn"

Toprak diyar kir ku partiya wî di demên dijwar de piştgiriya Başûrê Kurdistanê kiriye û got:

"Wê dema ku rewşa Kurdistanê di rewşeke ne xweş de bû, partiyên çep li dijî dayîna çekan a ji bo Başûrê Kurdistanê bûn lê Partiya Xirîstiyan Demokrat ev yek kir."

Derbarê rewşa niha ya Almanyayê de, Alî Ertan Toprak behsa wê yekê kir ku welat du sal e di qeyraneke aborî re derbas dibe û wiha anî ziman:

"Ya ku dê bibe sedema rizgarkirina Almanyayê ji vê rewşa ne xweş a aborî, Partiya Xirîstiyan Demokrat e. Tişta yekem ku di bernameya me de ye ew e ku em bacê kêm bikin û em dixwazin aboriyê vejînin."

"Partiyên çep ji aboriyê fêm nakin"

Toprak rexne li partiyên çep girt û got: "Mixabin partiyên çep ji babeta aborî fêm nakin û di sê salên borî de rewşa Almanyayê xistin rewşeke gelekî xerab.

Almanya dewleteke sosyalîst e û pêwîst e di vê rewşê de aboriyeke me ya xurt hebe.

Ez bawer im ku partiya me hilbijartineke baş e û navnîşaneke baş e, bi taybetî ku em dixwazin baca kompaniyan kêm bikin."

"Li hemberî Kurdan nêrîneke erênî heye"

Alî Ertan Toprak ku 11 sal e serokayetiya Civaka Kurd a Almanyayê dike, derbarê biryara beşdarîkirina di hilbijartinên parlamentoyê de got:

"Di heyama 11 salên borî de me rewşa Kurdan bi awayekî erênî nîşan daye.

Di raya giştî de Kurd nerîneke erênî hene û koçberên Kurd li Almanyayê ne pirsgirêk in ji bo Almanyayê, ji ber ku bi Almanyayê re xwe guncandine."

"Em bûn sedem ku dostaniyek di navbera Kurdan û Almanyayê de çêbibe"

Toprak tekez jî kir û got, "Civakeke Kurdî heye ku bi Almanyayê re xwe diguncîne.

Me di salên dawî de bi awayekî baştir hewl daye ku dengê Kurdan bigihînin Almanyayê.

Em bûn sedema wê yekê ku dostaniyek di navbera Kurdan û Almanyayê de çêbibe.

Em bi siyaseta Almanyayê re bûn û em dixwazin di wê de çalak bin."

"Kurd dê li Almanyayê bibin xwedî gotin"

Berbijêrê Kurd Toprak wiha pê deçû, "Em beşek in ji Almanyayê û Kurd jî dê bibin xwediyê gotinê li Almanyayê di paşerojê de.

Ez ji ber vê yekê dixwazim biçim Parlamentoya Almanyayê û wekî ku bi salan e ez nûnertiya Kurdan dikim, ez bawer im ku ez dê bi awayê herî baş di paşerojê de jî nûnertiya Kurdan bikim."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin