Alî Yerlîkaya: Di xwenîşandanan de 235 kes hatin desteserkirin
.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiye Alî Yerlîkaya ragihand ku 235 kes ji ber xwenîşandanên li dijî qeyûman hatin desteserkirin.
Li gorî gotina Alî Yerlîkaya lêkolîn li ser 217 hesabên medyaya civakî hatine kirin.
4ê Çiriya Paşîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê tayîn kiribû.
Piştî tayînkirina qeyûman li seranserî Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakî li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.
Alî Yerlîkaya li parêzgeha Balikesirê ya Tirkiyeyê li ser bûyerên li dijî qeyûman daxuyaniyek belav kir.
Yerlîkaya da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 47 parêzgehan xwenîşandan li dijî tayînkirina qeyûman hatine kirin.
Li gorî gotina Yerlîkaya di wan xwenîşandanan de 235 kes hatine desteserkirin û derbarê 217 hesabên medyaya civakî jî de lêkolînan dest pê kiriye
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê behsa tayînkirina qeyûman jî kir û wiha got:
“Şaredarî di her şeret û mercan de ji bo asankirina jiyanê û geşedana bajaran û sivikkirina barê welatiyan tê kirin.
Sedemên hebûna şaredariyan ew e ku hemû pêwîstiyên welatiyên li nava wan bajar, navçe û bajarokan dabîn bikin.
Şaredarî ne xendeka pêwendiyên ligel terorê ye.”
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin