Alî Zîver Çaki, xebatên xwe bênavber didomîne
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Mûşê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Alî Zîver Çaki, îro jî li Halê bû û xwe bi esnafên Halê da nasîn
A+A-
Xebatên Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Şaredarîya Mûşê Alî Zîver Çaki, bi çalakane û bê rawest didomin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdullah Özten, Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar li gel Ziver Çaki beşdarî xebatên Mûşê bûn.
Îro (27.03.2019) jî Ali Ziver Çaki û xebatkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat esnafên Halê zîyaret kirin. Hem esnaf û hem jî şanda Zîver Çaki, bi pêşwazî û rûkenîyan gelek kêfxweş bûn.
Di vê serdanî de Alî Zîver Çaki û şanda pê re, herî kêm bi 1000 kesî re rû bûn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin