
Aliyên siyasî çi li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got?
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî li Şama paytexta Sûriyeyê peymanek îmze kir.
Yekser piştî ragihandina naveroka wê rêkeftina ku ji 8 xalan pêk tê, gelek nerîn, helwest û karvedan ji xelkê û aliyên siyasî hatin ragihandin.
Rêkeftinek destpêka aramiyê ye
Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniya ku kopiyeke wê jê hate şandin ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê de derbarê rêkeftinê de ragihand ku ku ew vê rêkeftinê bi “despêka dirustkirina aramiyê li tevahiya Sûriyeyê” dibînin.
Bereya Kurdistana Sûriyeyê di heman demê de diyar kir ku, ew rêkeftin “daxwazên gelê Kurd bi cîh nayne û tenê ji bo xurtkirina desthelata birêvebiriya nû ya Şamê ye, li ser hisabê mafên gelê Kurd, bêyî ku pabendbûneke rasteqîne bi misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra welêt de hebe."
Rêkeftin ne ji erkê fermandarekî leşkerî bû
Bereya Kurdistana Sûriyeyê, tekez kir ku îmzekirina wê rêkeftinê ji aliyê Mezlûm Ebdî ve, nayê pejirandin, ji ber ku ew “fermandarekî leşkerî ye û ne nûnerekî siyasî ye", wiha jî, “ev rêkeftin rê li ber vegerandina desthelatdariya navendî li Kurdistana Sûriyeyê xweş dike û her desthelateke Kurdî tune dike."
Bi nerîna Bereya Kurdistana Sûriyeyê jî, “ya herî metirsîdar ew e, ku ev rêkeftin tevahiya hewlên nêzîkbûna Kurdî - Kurdî têk dide û astengiyan li ber çêkirina şandeyeke Kurdî” ya hevbeş derdixe.
Her wiha Bereyê diyar kir ku, ev rêkeftin tenê di çarçoveya mafên hevwelatîbûnê de ye ji bo Kurdan û “mafên wan ên neteweyî misoger nake”.
Ji bo garantîkirina serkeftina vê rêkeftinê jî, Bereya Kurdistana Sûriyeyê tekeziyê li ser wê yekê dike ku “Divabû aliyekî navneteweyî yê garantor hebûya.”
Tevî vê nirxandin û rexnekirina Bereya Kurdistana Sûriyeyê ji rêkeftinê re, dîsa jî ew dibîne ku her rêkeftinek despêkeke baş e ji bo gotûbêjan û rêyek e ji bo peydakirina aramiyê û dûrxistina egerên her şerekî li pêş Sûriyeyê.
Rêkeftinê taybetmendiya Kurdan li xwe negirtiye
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El-Wehdeyê ya Kurdî ya Sûriyeyê (Yekîtî), Mislim Şêx Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gorî wê rêkeftinê:
"Sûriye wê bibe dewleteke hevwelatîbûnê lê ti taybetmeniya Kurdî di xalên wê de nehatiye diyarkirin.
Wiha jî ti taybetmendiya Kurdan û deverên Kurdî tê de nehatiye destnîşankirin."
Rêkeftin di demeke guncaw de ye
Di heman çarçoveyê de, Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Gêlo Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku ew rêkeftin, “li ser asta Sûriyeyê gaveke baş bû.”
Gêlo Îsa vê nirxandinê jî vedigerîne aloziya rewşa heyî û metirsî û hestyariya qonaxa niha, bi taybetî gurbûna gotara kîndariyê û komkujiyên ku li herêmên berava Sûriyeyê di derheqê pêkhateya Elewî de, çê bûn.
Derbarê rengvedan û bandora vê rêkeftinê li Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî, Gêlo Îsa ji Rûdawê re got:
"Di vê qonaxê de, Mezlûm Ebdî dikare pêşengiyê ji Kurdan re bike û hemû mijaran jî gotûbêj bike di demekê de ku ji 8ê Kanûna Paşîn a 2024an ve, hevdem ligel rûxîna rejîma Esed, aliyên siyasî yên Kurdî nikarîbûn bigihêjin helwesteke hevbeş û şandeke hevbeş pêk bînin, êdî Mezlûm Ebdî jî nikare heta dawiyê li benda aliyên siyasî be heta şanda xwe pêk bînin.
Lewma jî, ev rêkeftin destpêka diyalogê ye, destpêka danûstandinê ye, bi rengekî fermî li gel desthilata Şamê.
Dîsa jî derfet li pêş aliyên siyasî yên Kurdî heye ku cihê xwe di nav komîteyan de bibînin û qonax ya danûstandinê ye û pêwîst e dawî bi xwînrijînê bê.
Ev rêkeftineke navxweyî, herêmî û navneteweyî ye û li jêr çavdêriya Hewvpeymaniya Navneteweyî hatiye kirin."
Rêkeftin di demeke hestyar de bûye
Serokê Partiya Leberal a Kurd a Sûriyeyê Ferhad Têlo ji Rûdawê re behsa nerîna xwe dike û got ku hevdem li gel bûyerên berava Sûriyeyê, gelek gurkirin û gotarên kîndarî hatin bihîstin û dîtin, bi gaveke wiha ji rêkeftinê jî, mirov xwe berpirsê miletekî dibîne,
Telo amaje bi yekê kir ku êdî “li gorî wê rêkeftinê komîte wê kar li ser mafên destûrî yên gelê kurd bikin, ku di destûrê de bêne bicihkirin.”
Her wiha nîşanê bi wê yekê jî dide ku, li gorî xalên rêkeftinê, mafên destûrî yên gelê Kurd werin parastîn, çi mafên neteweyî, siyasî, rewşenbîrî û yên din bin.
Bêdengiya ENKSyê
Tevî pêwendiyên li gel berpirsên serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), bi taybetî li gel berdevkê fermî yê ENKSyê, Fêsel Yûsif, lê ji kêlîka ragihandina rêkeftinê û heta êvara roja 11yê Adarê jî ku 24 demjimêr di ser re derbas bûn, bersiva wan ew bû ku pêwîstiya wan bi civînekê heye, heta di nav xwe de, bigihêjin helwesteke zelal derbarê wê rêkeftinê.
Lewma jî ENKS li beramberî vê mijarê bêdengî hilbijartiye, ji ber ku bi gotina wan, ev mijareke hestyar e û çarenûssaz e, û pêwîstiya wê bi danûstina serkirdayetiya ENKSyê heye.
Rêkeftina 10ê Adarê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanekek ku ji 8 xalan pêk tê îmze kir.
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Rŭdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin