
Almanya - Dibistana Adarê ziman û çanda Kurdî bi pêş dixe
.
Li Berlîna paytexta Almanyayê çalakiyeke balkêş ji bo fêrbûn û giringîdana bi zimanê Kurdî hat sazkirin.
Çalakî ji aliyê Adar Schule (Dibistana Adarê) ve hat lidarxistin.
Adar Schule di salên dawî de karekî mezin ji bo bipêşvebirina çand û zimanê Kurdî kiriye.
Berê hevkarê min Zinar Şîno fîçerek li ser wan çêkiribû, ez dixwazim careke din bala we bikişînim ser.
Rojeke şemiyê li Berlîna paytexta Almanyayê, Ciwan Tengezar deriyê Adar Schuleyê (Dibistana Adarê) vedike.
Hunermend û xwediyê Dibistana Adarê Ciwan Tengezar got:
"Adar Schule di navbera çar ta pênc salan de li ser xetê bû, yanî online bû.
Nêzîkî heşt salan ez li cihekî digeriyam, çar salan berê min ev der dît.
Hûn dizanin li Berlînê dîtina cihekî ji bo dibistanan û kar jî zehmet e, her wiha kirê jî gelekî bilind e. Êdî min ev der dît, nêzî çar salan e em li vir in."
"Kesê ku qet tembûr nejeniye jî dikare bê vir û fêr bibe"
Fêrxwazê muzîkê Xurşîd Hacî Sînan behsa Dibistana Adarê dike û dibêje:
"Niha em ji bo kursa tembûrê li vir in. Ez bi başî şareza me li jiyana Adar Şule.
Kursa tembûrê li vir profesyonel e. Em notan yek bi yek fêr dibin.
Kesê ku qet tembûr nejeniye jî dikare bê vir û fêr bibe, eger li Adar Schule digel mamoste Ciwan ji destpêkê ve xwe hînî tembûrê bike."
Ciwan, mirovekî gelekî berhemdar û pir jiyan e. Ew stranbêj, mûzîkjen, şanoger û nivîskar e.
Kaniya van hemû tiştan şeydayî û evîndariya wî ji bo zimanê Kurdî ye.
Ji ber vê yekê, erkê zimanê Kurdî bi zaravayên cihê ji bo wî li serê lîsteya karên Dibistana Adar e.
"Em dixwazin kursên Kelhûrî jî vekin"
Ciwan Tengezar li ser kursên Kurdî û zehmetiya dîtina mamosteyan wiha axivî:
"Karê me yê sereke zimanê Kurmancî, Soranî û Zazakî ye.
Em dixwazin kursên Kelhûrî jî vekin, ji ber ku daxwaz heye, lê heta niha min mamosteyek nedîtiye.
Nêzîkî çar pênc hefteyan berê hevalekî ji min re got ku ji Amerîkayê mamosteyek heye dikare dersên Kelhûrî jî bide."
Mamosteyê Kurmanciya jêrîn an Soranî, ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji 2019an ve dersan dide.
Her kursek du mehan dikişîne û her carê jî zêdetirî bîst fêrxwazan beşdar dibin.
"Divê fêrxwaz bi xwe mamosteyê xwe be"
Mamosteyê Kurdî Wefa Bidax derbarê xwendekar û fêrkirina Kurdî wiha anî ziman:
"Kursa fêrbûna zimanê Kurdî li vir du mehî ye, yanî her kursek du mehan dikişîne.
Hejmara beşdaran ne cîgir in, carinan 20 ta 25 kes in û carinan 40 kes in.
Tiştê ku ez hewl didim fêrkirina fêrxwazan e, lê pêwîst e xwendekar bi xwe jê hez bike û hewla fêrbûnê bide, ji ber ku ez tenê saetekê digel wan kar dikim.
Bi saetekê fêr nabe, loma divê fêrxwaz bi xwe mamosteyê xwe be û gelekî hewl bide û rênimayiyan bi başî bi cih bîne ji bo ku bi başî fêrî zimanê Kurdî bibe."
"Sedema yekemîn a fêrbûna zimanê Kurdî evîn e"
Ciwan Tengezar da zanîn piraniya kesên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin Ewropî ne û sedema vê yekê jî wiha tîne ziman:
"Piraniya beşdarên kursên zimanê Kurdî ne Kurd in, lê Ewropî ne, Almanî, Awisturyayî, Swîsrî û Îtalî ne, û vê dawiyê ji Viyetnamê jî çend beşdar hebûn.
Berê ji welatên din jî çend beşdar hebûn. Sedema sereke evîn û dildarî ye.
Kesên ku ji hevjînên xwe hez dikin fêrî Kurdî dibin. Yanî ji sedê 80 sedema yekemîn a fêrbûna zimanê Kurdî evîn e."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin