Almanya, YE û Fransa li ser peymana navbera HSDê û Şamê daxwuyaniyan dan

Almanya, YE û Fransa li ser peymana navbera HSDê û Şamê daxwuyaniyan dan

.

A+A-

Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku peymana navbera HSDê û Şamê ji bo Sûriyekî yekgirtî, pêngavekî baş dibînin. Fransa, Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê peymanê bi dilxweşî pêşwazî kirin.

-Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir. Baerbock got:

“Sûriyeka aştiyane, tenê dikare di bin şertên ku pêkhate tev xwediyê mafên wekhev bin de, bijî. Tevlîbûna rojhilatê bakûrê Sûriyê ya bi entegrasyona Sûriyê re, ji bo Sûriyekî yekgirtî û ku temamê xelk û grûbên siyasî yên Sûriyê tevli bibin, pêngavekî girîng e.

-Wezareta karên derve ya Fransayê jî di daxwuyaniya xwe de got ku peymana entegrasyonê ya Rojava bi Sûriyê re, bi rizamendî pêşwazî dike. Fransa di daxwuyaniya xwe de got:

“Peymana siyasî ya ku hevkar DYAyê destekê dayê, ji bo Kurd entegreyê pêvajoya demkî bibin û Sûriye bigihê hev an bibe yek, gavekî erêniye. Wê Fransa xebata xwe ya ji bo diyaloga rêvebiriya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dewam bike.”

-Nûnera bilind ya siyaseta ewlehiyê û têkiliyên karên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas jî got ku ew peymana entegrasyona Rojavayê Kurdistanê ya bi Sûriyê re gelek baş dibînin û wê ev kiryar ji bo Sûriyê bêhtir îstîqrat û dahatûyekî baş karibe rê veke.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin