Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne

Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne

..

A+A-

Siyasetmedar Altan Tan, piştî axaftina Erdogan a li ser “gefa” Îsraîlê, holê gotiye: “Heke aştîya hundirîn neyê kirin, Tirkiye jî dikare wek welatên derdora xwe bikeve xeterîya parçebûnê. Faktora herî girîng a ku vê xeterîyê zêde dike, meseleya Kurdan e.”

Altan Tan, ku di dema Pêvajoya Çareserîyê de di nav HDPê de cih girtibû, di hevpeyvîneka digel Hasan Kosenî ji bo Amîda Haberê li ser rewşa Tirkîyeyê û herêmê axivîye.

Di vê hevpeyvînê de, Tan li ser axaftina Serokomar Erdogan a “enîya hundirîn”, destdana Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi endamên DEM Partîyê re û bandora şerê Rojhilata Navîn li ser Tirkîyeyê analîz kirine.

Rewşa hundirîn a Tirkîyeyê

Tanî gotiye ku axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawî tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne. Lê belê, wî dîyar kiriye ku ev helwest di heman demê de girîng in jî. Li gorî Tanî, dîyaloga di navbera siyasetmedaran de ji bo welatekê pêwîst e.

Tan holê gotiye: “Li vê derê pirsgirêkên cidî hene; bi dîndaran re alozî heye, meseleya Kurdan heye, meseleyê Elewî heye, pirsgirêka perwerdeyê heye, pirsgirêka tenduristîyê heye, pirsgirêka bajarvanîyê heye, pirsgirêka mezin a Stenbolê heye. Li ser van hemûyan jî pirsgirêka mezin a aborî heye.”

Metirsîyên li ser Tirkîyeyê

Altan Tanî bal kişandiye ser gotina Erdogan a “armanca sereke ya Îsraîlê û Siyonîstan Tirkîye ye, axa welatî ye, Anatolya ye” gotiye ku di rewşeka holê de aştîya hundirîn pir girîng e.

Destûra nû

Li ser gotûbêjên destûra nû, Tan gotiye ku ji vê hikûmetê û Meclisê destûreka nû dernakeve. Wî dîyar kiriye ku heta pirsgirêkên sereke yên welêt neyên çareser kirin, destûreka nû nabe.

Tan wiha pê de çûye: “Dibêjin ku ‘Em ê destûra Kenan Evren biguherînin lê em ê dest nedin çar madeyên pêşîn.’ Baş e, heke hûn van mijaran guftûgo nekin, hûn ê çi biguherînin?” Wî got ku madeya çaremîn a ku nayê guherandin, di destûrên berê de tune bû û ev yek ji alîyê Kenan Evren ve hatiye zêdekirin.

Meseleya Kurdan

Di mijara meseleya Kurdan de, Tan gotiye ku ti nîşaneyên çareserîyê ji alîyê hikûmet û dewletê ve nayên dîtin û tenê taktîkên mijûlkirinê tên bikaranîn. Wî holê gotiye: “Ez bawer nakim ku tiştekê wek berê çêbibe. Li ser awayê nû jî tu nîşane ji hikûmet û dewletê nayên. Tenê taktîkên germ girtin rojevê û mijûlkirinê tên bikaranîn. Gavên mayînde nayên avêtin.”


Nivîskar: Hasan Kösen

Çavkanî: Amida Haber

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin