Aly Yeganeh: "Bêdengiya Sîbel" ya 6000 keç û jinên Êzîdî ye

Aly Yeganeh: "Bêdengiya Sîbel" ya 6000 keç û jinên Êzîdî ye

.

A+A-

Fîlmê Aly Yeganeh "Le silence de Sibel / Bêdengiya Sîbel" yê ku nêvî li başûrê Kurdistanê û nêvî jî li Corrèza Fransayê ji aliyê © TBY Productionê ve hatibû çêkirin û gelek xelatên girîng li tevayiya cîhanê girtine îro, 1ê gulanê li Parîsê û gelek bajarên din ên serekî yên Fransayê kete vîzyonê. 

Li Şingalê, bajarê başûrê Kurdistanê civata Kurdên Êzîdî hata 2014ê jî baş xirab jiyaneke aram dijiya. Paşê ndamên malbata Sîbela 13 salî a ku weke piraniya malbatên din ên herêmê kete ber êrîşa çekdarên “Dewleta Îslamî / Daiş”ê û ji ber ku ne “misilman” bûn hemî hatin kuştin. Sîbel jî weke gelek keç û jinên Êzîdî dibe koleya Daişê, tecawiz û îşkence lê tê kirin. Piştî çend salan Sîbel biperan ji destê Daişê tê ji alî Hana ve tê rizgar kirin. Hanaya ku temenê wê li dor çilî ye, doktora çavan e ku ew jî keça axayekî Kurd e û li Fransayê dijî malbata Sîbel ku cenanê wan bû nas dike û dixwaze wê ji dojehê rizgar bike, bibe Fransayê û weke keça xwe mezin bike. Hana biheskirin û sebir dixwaze jiyana Sîbelê normal bike. Sîbel vê jiyana nû qebûl dike, lê ji ber tecawiz û îşkenceya lê hatiye kirin tirsiyaye û naxwaze bipeyive.

Bêdengiya Sibel fîlmê dawîn ku çîroka rast a 6000 keçên zarok û jinên ciwan ê Kurdên Êzîdî yên Şingalê, bajarê başûrê Kurdistanê têne ser perda sînemayê. Ev keç û jin dest û piyên wan zincîrkirî li bazara Mûsilê eşkere weke dîl hatin firotin. 

Li ser pirsa rojnamevanekî Aly Yeganeh dibêje ku wî bajarê Corèzê ji ber ku bajarekî aram û xwezaya wî xweşik bû, ku tu têkiliya nişteciyên wî bi dinya der ve re tunebû hilbijartiye. Bi berdewamî dibêje ji min re maleke mezin a li ber çemekî lazim bû. Çem sembola berdewamiyê ye, weke şerê ku ranaweste. Em gelekî li xanî geriyan û me Uzercheya Corèzê dît. Ez sipasiya hemî nişteciyên vî bajarî dikim, ji ber ku jiyana xwe adapteyî rîtma fîlm kirin.

Li ser pirsa te çima çîroka Sibelê hilbijart jî, wiha dibêje : «Keçeke tromatîzebûyî tînin Uzercheyê ku jiyana wî dibe dojeh. Ew xwe li bajarekî aram dibîne, di maleke burjuwa de dijî, keseke dewlemend lê xwedî derdikeve. Pirsa serekî ya film ew e, ku gelo keseke ku dûçarî şîdeteke wiha hatibe kare jiyaneke normal bijî ? Em bahsa keçikeke 10 salî dikin… Sîbel ji alî jineke Kurd a Fransiz ve tê kirîn ku derfeta wê ya ku hêviyekê bide vê keçikê heye. Aya meriv dikare hêviyekê bide zarokên weke wê ? »

Li ser pirsa dîtina te ji bo pêşerojê çi ye jî, wiha dibêje : « Ev komkujî ji alî Neteweyên Yekbûyî ve hate nas kirin. Ma ew ê bibe komkujiya dawîn a cîhanê ? Ez hêvî dikim ku bibe. Gelo em dê êdî nebin şahidê tecawizê weke navgîneke şerî ? Ez hêvî dikim ku em nema bibin. Lê dema ku em li tiştên ku îro li cîhanê rûdide dinêrin, ez bawer nakim ku ev bibe ya dawîn. »

 

Yaqûb Karademir

Rûpela Nû, P

Fîlm li bajar û sînemayên li jêr tê nîşan dan :

 

Espace Saint-Michel

(Du 1er mai au 7 mai 2024 inclus)

7 Pl. Saint-Michel 75005 Paris

 

Banlieues et provinces :

 

    1. Montmorency – Cinéma L’Eden

    2. Lyon – Cinéma Opéra

    3. Carcassonne – CGR le Colisée

    4. Villeneuve d’Ascq (Lille) – Le Méliès Cinéma

    5. Wittenheom (Alsace) – Cinéma Gérard Philippe

    6. Pontault Combault – Cinéma Apollo (A partir du 7 juin – ciné rencontre)

    7. Antony – Cinéma le Select (le 29 Mai) | Rencontre avec le public le Vendredi 31 Mai

 

https://www.institutkurde.org/info/images/l/actualite_2680.jpg

whatsapp-image-2024-05-02-at-08-49-30.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin