Amadekariyên valakirina Kampa Holê têne kirin

Amadekariyên valakirina Kampa Holê têne kirin

.

A+A-

 Çarenivîsa nişteciyên Kampa Holê, ku gelek ji wan malbatên çekdarên DAIŞê ne êdî li ser maseyên berpirsên welatên pêwendîdar in. Welatên ku hevwelatiyên wan di nav van konan de ne, planên vegerandina wan amade dikin. Eger plan cidî bin, ev kamp dê bê valakirin.

Nêzikî ji sedî 50 ji nişteciyên vê kampê hevwelatiyên Îraqî bûne. Îraqê dest bi prosesa vegerandina wan kiriye. Rawêjkarê Niştimaniya Îraqê Seîd Ceyaşî, zanyarî û amarên hûr di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kirin.

Seîd Ceyaşî dibêje “Heta niha me 7 karwan anîne, watê bêhtirî 3600 kes hatine vegerandin. Proses bi şêweyekî dirist birêve diçe. Karwê tê, me dem jê re destnîşan nekiriye. Ewên ku hatine divê rewşa wan çareser bibe paşê emê beşek din ji malbatan bînin. Çarçoveyek demî destnîşankirî ji prosesê re nîne, lê çend pabendî hene, dema ku bên qedandin, dê hejmareke din bên vegerandin.”

Aliyê navdewletî jî hatiye ser xetê da ku alîkariya pêwîst pêşkêş bike. Berpirsekî Rêxistina UNICEFê li Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re rola wê rêxistina navdewletî dê vê dosyeyê de diyar kir.

Serokê Beşa Hevkariyên Meydanî yê UNICEFê li Îraqê Mads Oyen “Em niha li virin, da ku hevkarî û piştevaniyê bikin da ku hikûmeta Îraqê xelkê xwe ji bakurê Sûriyê vegerînin di nav de jî zarok. Wek hûn dizanin piraniya wan kesan temenê wan li jêr 18 salan e. Ev piroses bi hevkarî û hevbeşî ligel sazî û ajansên cuda yên navdewletî tê kirin. Bawer im ku girîng e, ez bibêm ku ev proses dihêle ku beşek bêhtir ji xelkê vegerin malên xwe. Li vir jî pêwîstî bi guhdan û şopandinê heye da ku ev xelk careke din tevlî civakê bibin.”

Roja 20 cotmehê, Rûsya 38 zarok ji kampa Rojavayê Kurdistanê vegerandin. Di heman mehê de, 4 welatên Rojavayî ku Almanya, Fransa, Awustraliya û Kanada ne, 87 hevwelatiyên xwe ji Kampên Rojavbayê Kurdistanê vegerandine. Li gor amaran, heta niha nêzî 10. 000 hevwelatiyên welatên cîhanê di nav kampê de hene. Eger prosesa vegerandina wan bi vê rîtma xav be, heta 10 salan, prosesa vegerandina wan bi serî nabe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin