AMED - DTSOyê ciwan û kompanyayên dijîtal gihandin hevdû
.
Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) projeyeke girîng pêk aniye ku tê de ciwanên ku perwerde bûne û kompanyayên ku dixwazin wan bigirin kar anîne cem hevdû.
Di serdema îro de, zanîna bikaranîna amûrên dîjîtal û bernameyên pêwîst, derfetên peydakirina kar zêde dike.
Li bajarê Amedê ku hejmara ciwanên bêkar lê zêde ye û li gorî ciwanan Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê karekî girîng kiriye.
Odeyê bi dehan ciwan di warê karên dîjîtal de perwerde kir û piştre ew ciwan û kompanyayên ku li pisporên karê dîjîtalî digerin anîne ba hev.
Cara yekem e ku bi rêya projeyekê ciwanên ku li kar digerin û kompanya rû bi rû hevdû dibînin û danûstandinê dikin.
Standên kompanyayan dê du rojan li Zanîngeha Dîcleyê vekirî bin û ciwanên ku li karekî baş digerin dê bi kompanyayan re dan û standinê bikin.
"Em ciwanan di warê dîjîtal de perwerde dikin"
Berpirsa Projeya Ciwanan a Odeya Bazirganiyê ya Amedê Meryem Ozdemîr Okê diyar kir ku ew du sal in bi ciwanan re dixebitin û got:
"Bi taybetî em dixwazin ciwanên Amedê karên baştir bikin.
Ji ber vê yekê em wan ciwanan di warê pîşeya nû û dîjîtalê de perwerde dikin.
Îro jî me ciwanên ku ev perwerde dîtine bi kompanyayan re anî ba hev.
Em dixwazin kompanya ciwanên li Amedê bigirin kar û neçin ji Rojavayê Tirkiyeyê xebatkaran neynin."
Ji bo ciwanên ku perwerdehiya dîjîtal dîtine 36 kompanyayan standên hevnaskirinê danîne.”
"Ez dixwazim karekî li gorî xwe bibînim"
Ciwanan jî hêviyên xwe anîn zimên û Pelîn Yazaydinê got:
"Ez naxwazim her karî bikim. Ez dixwazim karekî li gorî min be da ku ez dilşad bim, dilê min rihet bibe.
Ez dixwazim karê xwe baş bikim. Ji ber vê yekê divê ez karekî ku ez jê hez dikim ji xwe re bibînim.
Ji ber vê yekê li vir im."
Bêrîvan Sertakan jî wiha got, "Me li vir kurs dît. Li Odeya Bazirganiyê ji bo 4 mehan. Paşê em hatin vir ku em dest bi karekî bikin."
Zanîngeha Dîcleyê ta Amedê ji bo hevnaskirina ciwanên ku li kar digerin û kompanyayên ku li pisporên karê dîjîtal digerin mazûvaniyê dike.
Standên kompanyayan dê du rojan li zanîngehê vekirî bimînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin