AMED - Malbatan destûr neda zewaca wan: Ciwanan xwe kuşt

AMED - Malbatan destûr neda zewaca wan: Ciwanan xwe kuşt

.

A+A-

Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê,ciwanên ku malbatên wan destûr nedane zewacê li erdekî mirî hatin dîtin.

Bûyer, du rojan berê li gundê Recebanê yl girêdayî navçeya Çêrmûgê ya Amedê qewimî.

Li gorî îdiayan, Îsmaîl Bayramê 21 salî û Bahar Bayrama 19 salî ku pismam û dotmam in, ji bo zewacê destûr ji malbatên xwe xwestine.

Malbatên wan ji ber nakokiyên di navbera xwe de destûr nedaye zewaca wan.

Li gorî îdiayê, Îsmaîl û Bahar ku daxwaza wan a zewacê nehatiye qebûlkirin, du rojan berê li erdekî 2-3 kîlometreyan dûrî gund bi hev re civiyane.

Piştî demekê her du pismam û dotmaman bi guleyan hatine kuştin û mirî hatine dîtin.

Muxtarê gundê Recebanê Îsmet Bayram li ser bûyera mirina ciwanan ji Amida Haberê re wiha got:

"Îsmaîl û Bahar Bayram biraziyên min in jî. Ez jî apê her duya me. Ew bixwe jî zarokên apên hevdû bûn.

Îsmaîl berî mehekê ji leşkeriyê hat. Min bi ti awayî nebihîstiye ku ciwan ji hevdû hez dikin û dixwazin bizewicin.

Eger daxwaza wan a zewacê hebûya, birayê min ê mezin dê ji min re bigota. Di navbera malbatan de ne şer ne jî tiştekî din heye.

 Me nizanîbû ku ciwan ji hev hez dikin. Me pişt re fêm kir ku dêya keçikê jê haydar bûye.

Ji ber ku dêya wê telefona keçikê şikandibû.

Berî mehekê bavê Îsmaîl Bayram, Qasim Bayram, keça Recep Bayram Bahar Bayrama ji bo xwarinê vexwendibû. Ev mijar qet nehatibû rojevê."

"Biraziyên min di nav 5 xulekan de xwe kuştin"

Îsmet Bayram diyar kir ku ew piştî saetan ji bûyerê haydar bûye û wiha domand:

"Xebera ku biraziya min Bahar winda bûye gihîşt me. Wê rojê em bi birayê min Recep Bayram re çûbûn navçeya Sêwregê.

Ji me re xeber hat û gotin ku Bahar winda bûye. Em jî bi lez û bez vegeriyan gund.

Piştî lêgerîneke du saetan ew li ber avahiyeke kavil a du kîlometre dûrî malê dîtin. Me yekser bûyer ji cendirmeyan re got.

Biraziyê min ê din Îsmaîl Bayram jî wê rojê telefon dike ji birayê xwe yê mezin red ibêje 'Ez dê di demeke nêzîk de xwe bikujim, werin cenazeyê min bibin.'

Her du bûyer jî di saetên sibehê de pêk hatine. Biraziyên min di nava 5 xulekan de xwe kuştine.

Em ji ber vê bûyerê pir xemgîn in. Me qet hêvî nedikir ku tiştekî wisa pêk were."

Piştî karên otopsiyê, cenazeyên her du kurapan teslîmî malbatên wan kirin, lêpirsîna cendirmeyan a derbarê bûyerê de berdewam dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin