
Amed: Wezîrê Karûbarê Hundîr bi amirên xwe yên emnî û îdarî yên li Kurdistanê re civîya
Di dema civînê de li Amedê gelek tedbîrên emnî hatine wergirtin.
A+A-
Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu tevî Fermandarê Jendirmeyên Giştî Yaşar Guler, Serokê Giştî yê Emnîya Tirk Selamî Altinok û Komutanê Asayîşa Giştî Arif Çetîner bi walî, bi jendirmeyên wilayet û midurê emnî yên bajêrên Bakurê Kurdistanê; Amed, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Elezîz, Çolemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dêrsîm û Wanê re li Amedê civîyaye.
Hat rahanadin ku civîn ji medyayê re girtî bûye û ew li ser tedbîrên emnî û îdarî yên wilayetên Kurdistamê rawestîyane.
Di dema civînê de li Amedê gelek tedbîrên emnî hatine wergirtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin