Amerîka 250 barhilgirên lojîstîkî şande Rojava
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku êvara Pêncşemê Hevpeymaniya Navdewletî 250 barhilgirên ku çek û alavên leşkerî lê hatibûn barkirin derbasî balafirgeha leşkerî ya Kobanê, Eyn Îsa, Reqa û Tiltemirê kir.
A+A-
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir, bi sedan leşkerên Amerîkî jî di heyama 24 demjimêrên borî de derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûne.
Piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê cara yekemîn e ku bi carekê ewqas hêz bo Sûriyê tê şandin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku bi armanca piştgiriya hêzên wan di dema vekişandina ji Sûriyê de, dê hêzeke nû bişînin wî welatî.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin