Amerîka 541 milyon dolar alîkarî dide hêzên Pêşmerge, HSD û Hêzên Iraqî
.
A+A-
Rêveberiya Joe Biden, do di çarçoveya budçeya projeya pêşniyazkirî ya sala 2023ê ya Wezareta Berevaniyê de, 541 milyon dolar alîkarî ji bo hêzên Pêşmerge, HSD û Hêzên Iraqî destnîşan kir.
Li gor budçeyê, ji koma wan alîkariyan 358 milyon dolar ji bo hêzên Iraqî û Pêşmerge, 183 milyon dolar jî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ne.
Herwiha alîkarî taybet dibin bi rahênan û pirçekkirina wan hêzên ku rûbirûyî DAIŞê dibin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin