Amerika: Aliyên serederiyê ligel Sûpaya Pasdaran bikin, dê werin siza kirin
Wezareta Gencîne ya Amerîka radighîne, ew dê her aliyekî Iraqî siza bike, ku serederiyê digel Sûpaya Pasdarên Îranê bike.
A+A-
Wezareta Gencîne ya Amerîka radighîne, ew dê her aliyekî Iraqî siza bike, ku serederiyê digel Sûpaya Pasdarên Îranê bike.
Alîkarê Wezîrê Gencîne yê Amerîka Marşal Bîlîngisî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku petrola Îranê nekire û ragihand, Îran bi wan pereyan, piştevaniya rêxistinên terorî û Feyleqa Qudis dike. Tekez kir, ku ew kar liser wê yekê jî dikin, piştevaniya darayî ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed nehêlin.
Alîkarê Wezîrê Gencîne yê Amerîka got jî, ew dê wan aliyên Iraqî siza bikin, ku piştevaniya Sûpaya Pasdarên Îranê dikin. Amaje bi wê yekê kir, ew dê her aliyekî siza bidin, ku serederiyê digel Hizbullah a Lubnanî bike.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin