Amerîka baregeha leşkerî ya Hewlêrê hîn mezintir dike
Hat ragihandin ku Amerîka baregeha xwe ya leşkerî ya hewayî ku ji sala 2015an ve ava kiriye, mezintir û çalak dike.
A+A-
Hat gotin ku ‘Baregeha Harîr a Hewayî’ ya li Hewlêrê di çarçoveya plana mezinkirinê de tê firehkirin û erazîyeke mezin ji bo baregehê bi têlan hatiye rapêçandin.
Tê gotin dê ew baregeh ji bo êrîşên çaverêkirî yên ser Îranê û parastina Kurdistanê ji êrîşan re were bikaranîn.
Welatiyên deverê gotine ku keresteyên leşkerî yên li Baregeha Harîr a Hewayî têne daxistin, bo HSDê têne şandin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin