Amerîka bo Iraqê: Êdî xwepêşanderan nekujin
Doh roja pêncşemê Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kir ku êdî xweûêşanderan nekin armanc û nekujin. Herwiha Amerîkayê aşkere kir ku ew amadene rayagiştî ya cihanê li dijî kuştina xwepêşanderan têxe tevgere.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Doh roja pêncşemê Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kir ku êdî xweûêşanderan nekin armanc û nekujin. Herwiha Amerîkayê aşkere kir ku ew amadene rayagiştî ya cihanê li dijî kuştina xwepêşanderan têxe tevgere.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus aşkere kir Amerîka ligel wê yekê ye ku dema xelk bi awayekî aştîyane xwepêşandanan bikin neyêne kuştin. Herwiha ew xelkê Iraqê jî divê neyên kuştin û xwepêşander êdî neyên kuştin.
Herwiha Morgan Ortagus amaje bi wê yekê jî kir ku xwepêşanderên Iraqê daxwaza hikûmeteka rewa dikin û dawayên wan meşrû ne.
Çavkanî: Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin