Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa daxwaza rawestandina Şerê Xezeyê dikin

Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa daxwaza rawestandina Şerê Xezeyê dikin

.

A+A-

 Serokê Amerîkayê û serokên Fransa, Brîtanya û Almanyayê tekeziyê li ser “pêwîstiya” bidawîanîna Şerê Xezeyê dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Berlîna Almanyayê civiyan û daxuyaniyeke hevpar da.

Serkirdeyên Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanyayê di daxuyaniya hevpar de ragihand ku ew li ser “pêwîstiya bilez a bi vegerandina dîlan a li malbatên wan, bidawîanîna Şerê Xezeyê û misogerkirina alîkariya mirovî bigihêje sivîlan” hemfikr in.

Her çar serkirde li Berlînê civiyan û wan got:

“Me bûyerên li Rojhilata Navîn, bi taybetî encamên kuştina Yehya Sinwarê berpirsê êrişa terorîstî ya 7ê Çiriya Pêşînê bû, gotûbêj kirin.”

Biden, Macron, Scholz û Stammer diyar kir ku ew di civînê de li ser şerê li Libnanê jî axivîne û “Em êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê şermezar dikin.”

Şerê Xezeyê

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kir.

Piştî êrişa Hemasê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û wiha got:

“Welatiyên Îsraîlê, em di şer de ne. Hemasê êrişî Îsraîlê û Îsraîliyan kir.”

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Her wiha 250 kes jî hatin dîlgirtin. Heta niha 117 dîlên Îsraîlê hatine rizgarkirin û 72 kes jî mirine.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyê kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejayî kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûne û herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku heta niha wan zêdetirî ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştine. 

Beriya bi demekê Hikûmeta Xezeyê amarên dawî yên şer bi Rûdawê re parve kirin.

Li gorî hikûmeta Xezeyê, bajar ji sedî 86 wêran bûye û 41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî winda ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin