“Amerîka destêwerdan dê rewş xirabtir bibe”
.
Pisporekî siyasî yê Amerîkî dibêje, Amerîka naxwaze destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike, ji ber ku Washington di wê baweriyê de ye ku destwerdana di karûbarên Iraqê de dibe ku rewşê xirabtir bike û şûna ku baştir bike.
Lêkolerê Enstîtuya Washingtonê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Michael Knights roja Duşemê beşdarî bernameya Rûdawê bû û got, “Bi nêrîna min ev bûyer bertek in li hember daxuyaniya El-Haîrî ku wek rêberê olî yê Tevgera Sedr tê naskirin û li Îranê dijî ku xwe dûrxistina ji Muqteda ye û şermezarkirina biryarên wî ye.”
Michael Knights anî ziman, “Ev gaveke girîng e ji aliyê Îraniyan ve ji bo amadekirina roja mirina Ayetullah Sîstanî û ew ji alîgirên Sedr daxwaz dikin ku Ayetullah Xamneyî bikin merciyên xwe ku vê pêngavê jî Sedr hêrs kir.”
Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne.
Michael Knights li ser biryara Muqteda Sedr anî ziman, “Ti siyasetmedarek bi tevahî ji proseya siyasî venakişe û di dawiyê de kesek yan jî alîgirên wan daxwazê ji wan dikin ku vegerin proseya siyasî lê peyama Muqteda ew e ku berpirsyariya tiştên ku di paşerojê de dê biqewimin nagire ser milê xwe û bi neyarên xwe re dibêje, we ev da destpêkirin û ez nikarim dawî lê bînim.”
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand û dilgiraniya xwe ya li ser rewşa dawî ya Iraqê nîşan da û got, “Em ji nûçeyên aloziyan ên li seranserî Iraqê nîgeran in, di heman demê de destûr nayê dayîn ku saziyên Iraqî bi asayî kar bikin.”
Michael Knights her wiha anî ziman, “Amerîka sîyaset û stratejiya xwe guhertiye ku zêdetir bala xwe bide ser nakokiyên bi Rûsya, Çîn, Koreya Bakur, çekên atomî û kêmtir li ser mijarên navçeyî yan jî nakokiyên nav welatên wek Iraqê dûr bixe. Bi baweriya min Amerîka gihîştiye wê encamê ku eger destwerdana Iraqê bike dê rewş xerabtir bibe.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin