Amerîka dorpêç xist ser 20 kompanî û saziyên Îranê
Wezareta Darayî ya Amerîka ragihand ku bi sedema piştîvanî li Rêxistina Besîc a ser bi Supaya Pasdaran, 20 kompanî û sazî ji lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûn.
Wezareta Darayî ya Amerîka ragihand ku bi sedema piştîvanî li Rêxistina Besîc a ser bi Supaya Pasdaran, 20 kompanî û sazî ji lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûn. Di nav de her 2 kompaniyên mezin yên Fudala Mubarikle ya Îsfehan û Tiraktorsaziya Tewrêzê û 3 banka hene.
Wezareta Darayî ya Amerîka diyar kir ku her du kompaniyên Fulada Mubareke ya Îsfehanê û kompaniya Tiraktorsazî ya Tewrêzê mezintirîn kompaniyên berhemînerên hesin û tiraktoran li Rojhilata Navîn in.
Wezareta Darayî ya Amerîka lîsta navên 20 kompanî û sazî û bankan belav kir ku di nav de Banka Millî, Parsiyan û Mêhr hene.
Wezîrê Darayî yê Amerîka Steven Mnuchin destnîşan kir ku yek ji torên berfireh ên alîkariya milîsên Îranê dike, Navenda Alîkariya Besîce, ku di warê mezhebî û rahênanan de zarokan perwerde dike û dixe xizmeta Supaya Pasdaran.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin