Amerîka: Em dê li Rojava bimînin û jê dernakevin
.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, nûnerê payebilind ê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nikolas Granger di civînekê de ji wan re gotiye, “em dê li herêmê bimînin û jê dernakevin.”
Nûnerê payebilind ê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê nû, Nikolas Granger ku serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye, duh Çarşembê 31ê Tebaxê li bajarê Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser û herwiha bi şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re hevdîtin pêk anî.
Nikolas Granger li Qamişlo serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û ji aliyê hevserokê desteyê Bedran Çiya Kurd ve hat pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de Nûnerê Amerîkayê got ku ew piştgirî didin aramiya li herêmê û bang li hemû aliyan kir ku aloziyan kêm bikin. Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, Nikolas Granger herwiha ragihandiye ku ew planên ji bo zêdekirina piştevaniyên ji herêmê re lêkolîn dikin.
Badran Çiya Kurd jî di hevdîtinê de behsa êrîşên berdewam ên dronên Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku di encamê de gelek rayedarên leşkerî yên HSDê û herwiha xelkên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilaltê Sûriyê herwiha li Qamişlo bi rayedarên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re jî hevdîtin pêk anî.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Silêman Oso derbarê civînê de ji Rûdawê re ragihand, “civîna me ya yekemîn a bi nûnerê nû yê Amerîkayê yê li navçeyê re erênî bû.”
Silêman Oso, diyar kir ku nûnerê Amerîkayê tekez kiriye ku ew dê li navçeyê bimînin û dernakevin û helwêsta wan a derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de jî nehatiye guhertin ku tekezî li ser çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî dike.
Oso got, “nûnerê Amerîkayê ji me re got em wek Amerîka dê li vê derê bimînin û em ji vir dernakevin, û helwesta me ti guhertin bi ser de nehatiye, berê helwesta Amerîkayê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê re çi bû, helwesta me niha jî ev e û divê biryara 225 a Encûmena Asayişê bê cîbicîkirin.”
Li ser pirsa girîngiya diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û operasyona muhtemel a Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û behskirina bi nûnerê nû yê Amerîkayê re jî Silêman Oso got, “Em li ser gelek xalan sekinîn lê zêdetir me behsa rewşa aborî ya xelkê û penaberiya li navçeyê kir.”
Wî endamê Desteya Serokatiya ENKSê diyar jî kir, ku wan di civînê de behsa binpêkirinên li beramber rojnamevanan, endam û alîgirên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye.
Endamê Desteya Serokatiya destnîşan kir, wan daxwaz kiriye ku Amerîka di çareserkirina pirsgirêkên heyî de roleke erênî bilîze, ji ber ku navçe bêtir bi ser wan ve tê hesabkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin