
Amerîka: Em Hikûmeta Sûriyeyê nas nakin
.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew Hikûmeta Sûriyeyê nas nakin û li gorî “helwest” û “kiryarên” wan dê nirxandinê bikin û li ser siyaseta Washingtonê biryarê bidin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:
“Amerîka di vê demê de ti saziyên Hikûmeta Sûriyeyê nas nake.”
Berdevkê ku nexwest navê wî were eşkerekirin her wiha got:
“Amerîka dê berdewam be li ser nirxandina helwesta hikûmeta demkî û gavên me yên bê dê li gorî kiryarên wan werin diyarkirin.”
Di çarçoveya vê siyasetê de Washingtonê biryar daye ku cureyê vîzeya karmendên Şandeya Daîmî ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji vîzeya dîplomatîk biguhere vîzeya asayî.
Berdevk di bersiva emaileke Rûdawê de anî ziman:
“Derbarê diyarkirina cureyê vîzeya endamên şandeyê de, Amerîka vê dawiyê rênimayî ji bo Şandeya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê derxistin.”
Hat ragihandin ku “ti guherîn di taybetmendî û parastina endamên şandeyê de çênabin” û bêyî ku tirsa desteserkirin an betalkirina belgeyên din ên yasayî hebin ew dikarin bi azadî li ser karê xwe berdewam bin.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriye û Amerîkayê amaje pê dikin ku nûnerên Sûriyeyê yên Neteweyên Yekbûyî hatine agahdarkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re eşkere kir ku “ev biryara birêvebiriyê li ser bingeha siyaseta naskirina Amerîkayê hatiye dayîn
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin