
Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan
.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin diyaloga Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê.
Bi serperiştiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Yekîtiya Partiyên Neteweyî (PYNK) îro bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Di Konferansa Neteweyî de naveroka peymana di navbera PYNK û ENKSyê de dê bê xwendin.
Ev peyman piştî encama çend dan û standinên dûr û dirêj hatiye îmzekirin.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re li ser diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Wî berdevkî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Amerîka piştgiriya destpêkirina diyaloga di navbera Kurdan de dike û çavê wê li wê yekê ye ku pêşveçûna berdewam hebe.”
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin