Amerîka: Em piştgirîyê li rêkeftina ENKS û PYNKê dikin
Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê derbarê rêkeftina ENKS û PYNKê de daxuyanîyek bi zimanê kurdî belav kir
Navenda Nûçeyan - Êvara roja roja çarşemê 17.06.2020an Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand: “Di 16ê Hezîrana 2020an de li bajarê Hesekê, Sûrîyê, şandeyên Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurd (PYNK) qonaxa yekemîn ji danûstandinên Kurdî bidawî kirin.”
Herwiha di daxuyanîyê de hatîye gotin ku herdu alîyan ragihandine ku ew gihiştine rêkeftineke pêşîn ku Peymana Duhokê bikin bingehek “ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêzîya kurdî ku dê hevkarîya îdarî, serwerî û parastinê tê de binirxînin. Herdu alîyan li ser nêrîneke sîyasî ya hevbeş li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin di danûstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêşeroja nêz de îmze bikin.Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vê lihevkirina pêşîn weke pêngaveke girîng a dîrokî ber bi lihevkirineke mezintir û hevkarîya pratîk pêşwazî dike. Ev dê sûdê ji gelê Kurd ê Sûrî û tevahî pêkhateyên Sûrîyê re wegêr bike.”
Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin, “Ev lihevkirin sembola yekem pêgavek girîng a koordînasyoneke sîyasî ya mezintir di navbera Kurdên Sûrîyê bi piştgirîya Amerîkayê de. Herwiha dê bibe alîkar ji bo çareserîyeke aştîyane ji alozîya Sûrîyê di bin biryara 2254 a Netewên Yekbûyî de, da ku hevalbendîya tevahî pêkhateyên Sûrî yên dijberî rejîma Esed bike.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin