Amerîka hêzên xwe vedigerîne Rojavayê Kurdistanê
Amerîkayê hejmareke hêzên xwe yên ku bi destpêkirina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê re ji navçeyê vekişandibûn, dubare vedigerîne.
Navenda Nûçeyan- Hejmareke ji wan hêzên Amerîkî dubare vegerîyan binkeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û her wiha karwanên çek, teqemenî, kelûpelên lojîstîkî û otomobîlên kar ji bo wê navçeyê veguhestine.
Li gorî axaftinên xelkê, leşkerên Amerîkayê ji wan dipirsin ku ka gelo hûn dixwazin hêzên Amerîkî li vir bin, an jî yên Rûsî. Lê tişta ku ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê girîng ew e ku hêzên li wir nehêlin ku Tirkîye û grûpên çekdar êrîşan bibin ser bajarên wan.
Vekişîn û vegera hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bi dirêjîya sala 2019an, di rojevê de bû, heta niha jî ew mijar berdewam e.
Piştî biryara Waşintonê, ku tenê ew ê nêzîkî 600 leşkerên xwe li wan navçeyan bihêle, careke din dest bi anîna hêz û pêdawîstîyên lojestîkî û leşkerî kirîye.
Di nava çend rojên bûrî de, hêzên Amerîkî vegerîyane hinek binke û navçeyên ku jê vekişîyabûn.
Ji wan jî, binkeya Til Beyder li bakurê Dirbêsîyê.
Herwiha Behsa wê yekê tê kirin ku hêzên Amerîka amadekarîyan dikin ku binkeyekê li bakurê Til Temir dirust bikin.
Di pêşhateyeke nû de, şeva Duşemê jî, karwanekî Amerîkî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li gorî peyamnêrê Rûdawê ji Qamilo, nêzîkî 100 barhilgiran li xwe digirt.
Di wî karwanî de alîkarîyên lojestîkî û leşkerî hatin veguhastin bo navçeyên Dêre Zor li rojhilatê Sûrîyê û Şedadê li başûrê Hesekê û Qesrok li nêzîkî bajarê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê.
Di nav karwanê Amerîkî de, çek, tank, zirîpoş û otomobîlên leşkerî hebûn.
Ji destpêka Mijdara 2019an ve, Amerîka hêzên xwe li hinek binkeyan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bicih dike, bi awayekî ku bi sedema dûbare vekişîn û vegera wan hêzan, guhertin di nexşeya belavbûna hêzan de dirust dibe.
Hêzên Amerîkî ligel destpêkirina êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, 9ê Cotmeha 2019an, piranîya binkeyên xwe bicih hiştin û derketin.
Derbasbûna hêzên Amerîkî bo Sûrîyê, hevdem ligel Hevpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê, ji Îlona 2014an ve destpê kiribû.
Hêzên Amerîkî li wan navçeyan jî bicih bûne, ku li jêr destên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk HSDê ne.
Bêhtir ji 22 xalên leşkerî yên hêzên Amerîkî li Sûrîyê hebûn, lê hinek ji wan binkeyan hatin valakirin.
5 binke li Parêzgeha Hesekê. 4 li Dêre Zorê. 5 li Reqayê hebûn.
Li gorî zanyarîyan, nêzîkî 300 leşkerên Amerîkî li binkeyên Dêr Zorê hene û niha hinek hêzên din hatin şandin bo wan navçeyan.
Yekê Berfanbara 2019an jî 20 barhilgirên Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn.
Nerina Azad
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin