Amerika: Îran roleke gemarî li heremê dilîze
Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Îranê radighîne, Îran sedema nearamiya Rojhilata Navîn e û piştevaniya 10 hezar mîlîsên Şîe li Sûriyê dike.
A+A-
Nûnerê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Îranê Brian Hook di gotarekê de ragihand, Îran piştevaniya grûbên Hizbûlaha Libnanê, Hûsiyên Yemenê û çekdarên Talîbanî dike, mûşekan dide wan grûban û roleke gemarî li deverê dilîze.
Brian Hook ragehand jî, Îran û çekdarên wê gef in li ser Hêzên Amerîkayê li deverê û mûşekan dide Hûsiyên Yemenê, da ku Siûdiyê bikin armanc.
Hook diyar jî kir, divê piştevaniya wan grûbên çekdar bên rawestandin û ji ber çalakiyên Îranê di piştevaniya terorê de, Amerîka siza daniye ser nêzî 700 kesatî û aliyên Îranî.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin