Amerîka ji welatan dixwaze welatiyên xwe yên li Kampa Holê vegerînin
.
Artêşa Amerîkayê daxwazê ji welatên cîhanê dike ku welatiyên xwe yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerînin. Herwiha dibêje, mehane 700 kesên Iraqê ku peywendiya wan ligel DAIŞê hebû ji Kampa Holê bo welatê wan tên vegerandin.
Roja Duşemê 12ê Îlona 2022ê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Michael Kurilla li Emana paytexta Urdinê ji rojnamevanan re got, Amerîka hemû welatên cîhanê teşwîq dike daku “welatiyên xwe vegerînin, li welatên xwe bicîh bikin û tevlî civakê bikin.”
Nêzîka 56 hezar kes li Kampa Holê dimînin ku piraniya wan xelkê Iraq û Sûriyê ne. Lê di nav wan de nêzîka 10 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne û bi esil xelkê welatên din in.
Kurilla da zanîn ku mehane 700 kesên Iraqî ku peywendiya wan ligel DAIŞê hebû ji Kampa Holê bo welatê wan tên vegerandin û got: “Çar sal pêwîst in ji bo wêya hemû welatiyên Iraqî bên vegerandin. Divê proseya vegerandinê bileztir bê kirin û berpirsên Amerîkayê ligel Iraqê kar dikin daku prose bi dawî bibe.”
Beşeke wan a zêde jî piştî têkşikandina DAIŞê di 2019an de bo Kampa Holê hatine birin. Hevdem hêzên Kurdî berdewam daxwazê ji welatên xwediyê wan kesan dikin daku welatiyên xwe vegerînin welatên wan.
Herçiqas Neteweyên Yekbûyî jî heman daxwaz ji welatan kiriye, lê heta niha bi awayekî berçav welatan guh nedane vê daxwazê. Ew jî ji ber wêya ku wek ew bi xwe dibêjin, ji wê yekê ditirsin dema bên vegerandin bibin gef li ser asayîşa welatên xwe.
Jin û zarokên DAIŞê yên biyanî li Kampa Holê hatine cudakirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çavdêriya wan dikin. Wek ew dibêjin, sedem jî ew e ku “hê beşeke wan a zêde radîkal in û pirsgirêkan ji niştecihên din ên kampê re derdixin.” Di vê derbarê de Kurilla dibêje: “Em ti çareseriyeke serbazî bo organîzekirina kampan nabînin, lê tekez dikin ku baştirîn çareserî vegerandin û tevlîkirina wan a nav civakê ye.”
Kurilla amaje bi wê yekê da ku baweriya %50ê niştecihên Kampa Holê bi îdeolojiya DAIŞê heye û %50ê din jî ew in ku ti cihekî wan ê din nîne biçinê û dixwazin vegerin welatên xwe. Ev di demekê de ye ku îsal çend bûyerên tundûtûjiyê li kampê çêbûn. Li gor Neteweyên Yekbûyî, di dawiya meha Tebaxê de 26 kes li nav kampê hatine kuştin.
(Rûdaw)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin