
"Amerîka nahêle Iraq S-400 bikire"
Endamê Parlementoya Iraqê yê li Fraksiyona Hevpeymaniya Feth Mihemed Kerîm ragihand; Amerîka li dijî wê yekê sekiniye ku hikûmeta Iraqê ji Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekî S-400 bikire.
A+A-
Mihemed Kerîm di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Pêşbînî dihate kirin ku Iraq ligel Rûsyayê peymana kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî S-3000 û S-400 bike, lê aliyê Amerîkayê li dijî vê mijarê sekinî û bi awayekî eşkere ji Iraqê re ragihand ku nahêle wê sîstema Rûsyayê bikire.”
Kerîm herwiha eşkere kir: “Amerîkayê ti sîstemek li şûna wê, nîşan neda, lê li ber kirîna sîstema Rûsî, bûye asteng û nahêle Iraq şiyana xwe ji aliyê berevaniya esmanî ve pêş bixe.”
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cume Inad bi yaweriya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana welatên Brîtanya, Fransa û Almanyayê kir û li gor zanyariyan, di wê serdanê de mijara pirçekkirina artêşa Iraqê, yek ji ajendayên civînên wan e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin