Amerîka: Plana me nîne leşkeran li ser sînorê Tirkîye-Sûrîyê bicîh bikin
Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley ragihand ku planeke wan a wiha nîne careke din li Sûrîyê leşkeran li herêmên nêzîkê sînorê Tirkîyê bicih bikin.
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper û serokerkanê Amerîkayê General Mark Milley li Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê derbarê budçeya berevanîyê ya 2021ê de bersiva pirsan dan.
Derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de li Sûrîyê, Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, ragihand ku berî êrîşa Tirkîyê bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê, leşkerên wan ji herêmê vekişîya ne û ligel destpêkirina êrîşê leşkerên nêzîkê sînor bo rojhilat hatine veguhestin.
Milley got: “Erkê me yê li Sûrîyê neguherîye. Erkê me, li rojhilatê Sûrîyê şerê dijî DAIŞê ye. Herwiha ti plan û nêteke me ya wiha nîne careke din leşkeran li ser sînorê navbera Tirkîye-Sûrîyê bicih bikin.”
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper jî da zanîn ku armanca Amerîkayê li Sûrîyê ew e li navçeyên petrolê careke din DAIŞ zindî nebe û got: “Di qonaxa niha de egereke wiha naxuyê leşkeran bişînin herêma ser sînor.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin