Amerîka projeyasaya hevkariya Pêşmerge pesend kir

Amerîka projeyasaya hevkariya Pêşmerge pesend kir

Encûmena Pîran a Amerîkayê (Senat) budceya leşkerî ya welatê xwe pesend kir, tê de 290 milyona Dolar bo hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê terxan kiriye.

A+A-

Duhî budceya leşkerî ya Amerîka ya sala 2019an ku biqasî 716 Milyar Dolar e hat pesendkirin û bo Koşka Spî hat rakirin, da ku ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve pê pesendkirin.

Piştî pêşkêşkirina projeyasaya budceya leşkerî, navê Pêşmerge tê de nehatibû, lê piştre û li ser daxwaza hejmarek ji Kongressmanên Amerîkî, Kongressê ew yasa serast kir û navê Pêşmerge hat zêdekirin û bira hevkariya Amerîka ji hêza Pêşmerge hat diyarkirin.

Li gor wê projeyasayê, koma hevkariya bo Iraqê 850 milyon Dolar e, jê jî 290 milyon Dolar ji Pêşmerge re diçe.

Di budceya leşkerî ya Amerîka ya sala 2017an de birê 450 milyon Dolar ji bo Pêşmerge hatibû trxankirin, ew pere jî rasterast bo Herêma Kurdistanê hate dayîn.

Herwiha di budceya sala 2018an de jî, Amerîka 365 milyon Dolar ji hêza Pêşmerge re terzan kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin