
Amerîka, Rûsya, Fransa û Yunanistanê piştgirî da peymana Ebdî-Şer
.
Amerîka Rûsya, Fransa û Yunanistan di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de piştgiriya xwe ji peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer re ragihand.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî cara yekem bi beşdarbûna Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê li ser Sûriyeyê civiya.
Pêşiya civînê bi seremaniyekê ala nû ya Sûriyeyê bi ya kevn re hate guhertin.
Piştre di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di axaftina xwe de peyamên gelekî êrênî ji bo pêşeroja Sûriyeyê dan endamên Konseya Ewlehiyê û got ku ew birêveberiya Sûriyeke nû dikin.
"Bi navbeynkariya Amerîkayê cara yekem bû ku rêberekî Kurd li Şamê bû"
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî wiha pê de çû:
"Sûriyeya îro ji bo hemû Sûriyeyiyan e, ji bo wan kesên ku di bin desthilatdariya Esed de bêdeng bûn û niha bi azadî nêrînên xwe tînin ziman, ji bo Sûriyeyiyên ku ji malên xwe hatine koçberkirin ku niha dikarin di van çar mehan de vegerin malên xwe, Misilmanên li Sûriyeyê Cejna Remezanê pîroz kirin.
Xiristiyanan Cejna Paskalyayê di dêrên xwe de bi aştî pîroz kirin. Û hin Cihûyên Sûriyeyê cara yekem vegeriyan malên xwe û cara yekem serdana sînegoka xwe kirin.
Dan û standinên HSD û birêvebiriya Şamê
Bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, cara yekem bû ku rêberekî Kurd li Şamê bû."
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen, nûnerên Fransa, Yunanistan, Rusya û Amerîkayê di axaftinên xwe de amaje bi vê yekê kir ku ew bi dilxweşî piştgiriyê didin lihevkirina di navbera birêvebriya demkî ya Sûriyeyê û HSDyê.
Geir Pedersen li ser dan û standinên di navbera birêvebirya Şam û Kurdan wiha axivî:
"Avakirina komîteyan, serdanên dualî, giringîdana bi dan û standinên ku partiyên Kurdî yên bakurrojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin, lihevkirin li ser tedbîrên ewlehiyê yên hevpar li taxên Kurdî yên Helebê, vekişîna ji Bendava Tişrînê, hewldanên dîtina zemîneke hevpar li ser mijarên perwerde û enerjiyê û kêmbûna berbiçav a aloziyên çekdarî û leşkerî erênî û dilxweşker in."
"Em piştgiriyê didin naskirina Kurdan"
Nûnerê Yunanistanê yê NYyê Evangelos Sekeris
"Bi heman awayî, peymana di navbera HSD û Şamê de ya 10 Adarê hêja ye ku aliyan pabend dike ku bi awayekî bê tundûtûjî tevbigerin.
Em piştgiriya naskirina pêdiviyên sereke yên Kurdan dikin ku ew diyar dibe, û her wiha piştgiriya aramiya xuya ya Bakurê Sûriyeyê ku ew dihewîne jî dikin.
Em gavên din û pêkanîna wan ji nêz ve dişopînin û tevlêbûn û entegrekirina nifûsa Kurdan a li Sûriyeyê ji bo pêşeroja wê ya aram girîngî dibînin.
Em ji hemî aktorên herêmî dixwazin ku di vî warî de ji tundûtûjî û teşwîqkirina gurbûnê dûr bisekinin.
"Peymana Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî gavên di rêça rast de ne"
Nûnerê Fransayê yê NYyê Jerome Bonnafont li ser peymana Serokkomarê Sûriyeyeê Ehmed Şer û Fermandarê HSDyê wiha got:
"Peymana di prensîbê de ku di 10ê Adarê de ji hêla Serok Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî ve hat îmzekirin û encamên wê yên pêşîn, ango peymana li ser taxên Kurdan ên Helebê û li ser rêveberiya Bendava Tişrînê, gavên di rêça rast de ne."
Di civînê de Tirkiyeyê jî got ku ew peymana di navbera HSD û birêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û di aliyê din de jî ew hêvîdar in ku divê dorpêçên li ser Sûriyeyê werin rakirin.
Her wiha bi giştî di civînê de endamên Konseya Ewlehiyê pêşwaziya Sûriyeya nû kir lê şert û mercên xwe jî anîn ziman yên wekî mafên pêkhateyan bi kanûnek bingehîn re, pirsgirêka çekên kîmyevî, berpirsiyariya pevçûnên li Berava Sûriyeyê kû qewimîbûn yên li hemberî elewiyan û mafên jinan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin