Amerîka: Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de hevkarên sereke ne
.
Wezareta Derve ya Amerîka Kurd wek dostên xwe bi nav kir û ragihand ku "em beşdarbûna Kurdan di danûsitandinên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîkayê de girîng dibînin.” Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê hevkarên sereke ne di şerê dijî DAIŞê de.
Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twitterê ligel daxuyaniyekê wêneyê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê Joey Hood û Derokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî belav kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê hate dauîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê hevkarên sereke ne di şerê dijî DAIŞê de.
Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê di twîtta xwe wiha nivîsandiye: “Em bi kêfxweşî bi xêrhatina dostên xwe yên Kurd li Washingtonê dikin. Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê hevbeşeke sereke ne di şerê dijî DAIŞê de. Herwiha em berşdarbûna Kurdan di danûsitandinên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîkayê de bildin dinirxînin.”
Wezîrê Derve yê Iraqê roja Çarşemê bi mebesta beşdarîkirina di çaremîn gera danûstandinên stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de serdana Washingtonê kir.
Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî roja 26ê Tîrmehê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive û derbarê rêkeftina stratejîk a navbera Bexda û Washingtonê danûstandinê bikin.
Şandeke Herêma Kurdistanê jî tevî şanda Iraqî beşdarî di vê gera danûstandinên stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de dike.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ev yek piştrat kir û got, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û hejmarek berpirsên Wezareta Pêşmerge beşdarî di şandê de cih digirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin