Amerîka yasayek li dijî Heşdî Şebî û Îranê derxist

Amerîka yasayek li dijî Heşdî Şebî û Îranê derxist

Encûmena Nûnerên Amerîkayê projeyasayek derxînin, tê de daxwaz ji rêveberiya Trump tê kirin ku, her rêxistinek yan welatek gefan li ewlehiya Iraqê bike were cezakirin.

A+A-

Li gor projeyasayê pêwîst e Serokê Amerîkayê ew kes yan grubên dibin gef li ser Iraqê destnîşan bike û wan bixe lîsta terorê.

Her li gor wê projeyasayê divê Wezareta Derve ya Amerîkayê lîsteyekê ji bo wan grubên çekdar ên ku, pasewanên Îranê piştgiriya wan dikin were amadekirin.

Herwiha divê Rêveberiya Trump cezayan li ser wan bisepîne, dest dane ser pereyên wan û çavkaniyên wan ên aborî jî rawestîne, di heman demê de rêgirî ji çûna wan bo nav xaka Amerîkayê jî bigre û vîza wan jî betal bike.

Berî niha Amerîka çend grubên ku ser bi milîsên Heşdî Şebî ve bû û Îranê piştgiriya wan dikir bi tawana pêkanîna kiryarên teroîstî  xistin lîsta terorê de.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin