Amerîkayê êrîşî hêzên Sûriyê û Îranê kir
Hat ragihandin ku topxaneya hêzên Amerîkayê ya li baregeha El Tanf a Sûriyê, hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê daye ber moşekan.
Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, hêzên Amerîkî yên li El Tanfê, hêzên nêzîkî baregehê yên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê bi moşekan topbaran kir.
Baladi Newsê veguhest ku hêzên Amerîkayê 4 moşek avêtin ser mewzîyên hêzên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê yên herêma El Zerkeyê.
Derbarê ziyanên êrîşê de agahî nehatin parvekirin. Hat diyarkirin ku beriya niha bi çend rojan hevpeymanên Rûsya û Îranê hêzek şandine herêma El Zerkeyê.
Li aliyekî din balafirên Hevpeymana Navdewletî, li Pira Helbiyah-Zalbiyah xist ku rejîma Sûriyê li ser çemê Firatê ava dikir û avakirina wê ber bi qedandinê ve bû. Hat ragihandin, pir hilweşiyaye ku rejîmê bo derbasî hemberê bibe ava dikir.
Herwiha hat ragihandin ku sewqîyata leşkerî ya Rûsya-Îranê piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi çend saetan dest pê kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin