Amerîkayê firotina Patriotê bo Tirkiyê pesend kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo sîstema berevaniya ji mûşekên û Patriot ên bihayê wan 3,5 milyar dolar e bifiroşe Tirkiyeyê ragihand ku biryar hatiye dayîn ku ev sîstem bên firotin.
Ajansa Hevkariyê ya Ewlehî û Berevaniya girêdayî Wezareta Derva yê Amerîkayê derbarê firotina mûşek û sîstema Patrîotê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde diyar kir ku Amerîkayê firotina sistema Patriotê bo Tirkiyê pesend kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wezareta Derve ji bo firotina mûşeka Patriotê ya 80 MIM-104E ya ku bihayê wê 3,5 milyar dolar e, 60 mûşekên Patriot-3 (PAC-3) û ekîpmanên wan biryar da. Ajansa Hevkariyê ya Ewlehî û Berevaniyê derbarê vê firotinê da îro agahî da Kongreyê."
Ji bilî van mûşekan hat gotin 4 setên radarê yên AN/MQP-65, 4 sîstemên kontrolê yên kilîtkirinê, 10 komên antenê, 20 îstgehên avêtinê yên M903, 5 santralên elektîrîkê, kelûpelên ragihandinê, amûrên ceribandinê, bernameyên menzîlê jî di nav sîstemên parastinê yên tên firotin de hene.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin