Amerîkayê hişarî da welatiyên xwe: Geşta Tirkiyê rîsk e
Amerîka hişyarî dide welatiyên xwe ku pêdeçûn li ser geştên xwe yên bo Tirkiyê bikin.
A+A-
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku geşt bo Tirkiyê rîsk e. Li Tirkiyê gefa êrîşên terorê heye û divê welatiyên Amerîkî pêdeçûn li ser geşta xwe ya bo Tirkiyê bikin û xwe ji cihên qelebalix û ji sînorê Tirkiye û Suriyeyê dûr bigrin.
Herwiha li Tirkiyê hêzên ewlekariyê dehan hezar kesan zindanî kirine û di nava wan de welatiyên Amerîkî jî hene. Divê welatiyên wan xwe ji xwenîşandanên dijî hikûmeta Tirkiyê jî dûr bigrin û encama rexnekirina hikûmeta Tirkiyê zindanîbûn e.
Wezareta Derve ya Amerîkayê meha borî jî di derbarê geşteke bo Tirkiyê de hişyarî dabû welatiyên xwe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin