
Amerîkayê ji bo HSDê ji Danîmarkayê daxwazeke taybet kir
Hat îdiakirin ku Amerîkayê ji Danîmarkayê xwestiye ku leşkeran bişîne Sûriyê û perwerdeyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike
A+A-
Hat îdiakirin ku Amerîkayê ji Danîmarkayê xwestiye ku leşkeran bişîne Sûriyê û perwerdeyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.
Li gorî nûçeyên medya Danîmarkî, Amerîkayê ji Danîmarkayê xwestiye ku leşkeran bişîne Sûriyê û şervanên şervanên HSDê perwerde bike.
Ev daxwaza Amerîkayê li Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlementoya Danîmarkayê jî hat gotubêjkirin û tê gotin ku hikûmeta Danîmarkayê ku meha borî hatiye ser kar di vebijarkên Tirkiyê û Amerîkayê de bi pêvajoyeke sext re rû bi rû ye.
Wezareta Berevaniyê ya Danîmarkayê û Wezareta Karûbarên Derve derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan. Derbarê bersiva Danîmarkayê bo Amerîkayê jî de tu agahî nehatin zelalkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin