Amerîkayê ji bo wergirtina zanyariyan li ser 3 serkirdeyên PKKê xelat diyar kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de 12 milyon dolar xelat diyar kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareya Derve ya Amerîkayê, ji bo Hevserokê KCKê Cemîl Bayik 4 milyon dolar, ji bo Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan 5 milyon dolar û herwiha ji bo Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Duran Kalkan 3 milyon dolar xelat hatiye diyarkirin.
Hat ragihandin ku ev biryar piştî serdana Cîgirê Şêwirmedê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Palmar a bo Enqerê de hate dayîn.
Matthew Palmar piştî serdana xwe ya ku 2 rojan berdewam kirî daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Palmar da zanîn ku rêveberiya Waşîntonê girîngiyê pê hevkariya ligel Tirkiyê dide û got di vê çaroveyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo dayîna zanyariyan ji bo naskirina wan an jî wergirtina zanyariyên derbarê cihê 3 serkirdeyên PKKê de xelat diyar kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin