
Amerîkayê ji Rûsyayê daxwaz kir li Sûrîyê neyên hember hev
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûrîyê dûr bixin. Ev jî piştî wê yekê ye ku çend roj berê li rojavayê Kurdistanê di navbera leşkerên Amerîkayê û Rûsyayê de alozî çêbûbû.
A+A-
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, bi daxuyanîyekê ragihand: “Me hişyarî daye Rûsyayê û me ew agahdar kirîye ji reftarên wan ên metirsîdar û nelicih.”
Hoffman dîyar kir: “Em pêşbînî dikin her du alî dê vegerin rêkarên destnîşankirî bi mebesta xwe jêdûrxistina pevçûnên navbera karwanên me û parastina mafên xwe dema karwanên me rastî metirsîyê bibin.”
Amerîka, hêzên Rûsyayê bi "acizkerî" tohmetbar dike û di wê bawerîyê de ye ku serbazên hêzên Amerîkayê li Sûrîyê ji alîyê hêzên Rûsyayê ve hatine acizkirin.
Li hember wê, Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê tohmetên Pentagonê red kir û ragihand; hêzên wan pabendî wan rêkarên xwe parêzîyê ne, da ku xwe ji derketina pêşîya karwanên Amerîkayê biparêzin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin