Amerîkayê pêşwazî li rêkeftina alîyên Rojavayê Kurdistanê kir

Amerîkayê pêşwazî li rêkeftina alîyên Rojavayê Kurdistanê kir

Sefareta Amerîkayê ya Şamê di derbarê lihevkirina ENKS û PYNK ê daxuyanîyek belav kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê derbarê rêkeftina ENKS û PYNK de daxuyanîyek bi zimanê Kurdî belav kir û ragihand, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê lihevkirina pêşîn weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkarîya pratîk pêşwazî dike.”

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê di daxuyanîya xwe de amaje bi wê kirîye ku “di 16ê Hezîrana 2020an de  li bajarê Hesekê, Sûrîyê,  şandeyên Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurd (PYNK) qonaxa yekemîn ji danûstandinên Kurdî bidawî kirin.”

Di daxuyanîyê de hatîye bibîrxistin ku herdu alîyan ragihandine ku ew gihiştine rêkeftineke pêşîn ku Peymana Duhokê bikin bingehek “ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêzîya Kurdî ku dê hevkarîya îdarî, serwerî û parastinê tê de binirxînin. Herdu alîyan li ser nêrîneke sîyasî ya hevbeş li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin di danûstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêşeroja nêz de îmze bikin.”

Herwiha hatîye tekezkirin, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vê lihevkirina pêşîn weke pêngaveke girîng a dîrokî ber bi lihevkirineke mezintir û hevkarîya pratîk pêşwazî dike. Ev dê sûdê ji gelê Kurd ê Sûrî û tevahî pêkhateyên Sûrîyê re wegêr bike.”

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê dibêje jî, “herdu şandeyan cangorîyên mezin ên Sûrî, nemaze ên canê xwe di şerên bi rûmet de feda kirin da ku cîhanê ji sitemkarîya DAIŞê biparêzin, pejirandin.”

Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin, “Ev lihevkirin sembola yekem pêgavek girîng a koordînasyoneke sîyasî ya mezintir di navbera Kurdên Sûrîyê bi piştgirîya Amerîkayê de. Herwiha dê bibe alîkar ji bo çareserîyeke aştîyane ji alozîya Sûrîyê di bin biryara 2254 a Netewên Yekbûyî de, da ku hevalbendîya tevahî pêkhateyên Sûrî yên dijberî rejîma Esed bike.”

 

 

 


1-007.png

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin