Amerîkayê rê da Ukraynayê ku li dijî Rûsyayê mûşekên dûravêj bi kar bîne

Amerîkayê rê da Ukraynayê ku li dijî Rûsyayê mûşekên dûravêj bi kar bîne

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden biryarnameyek îmze kir ku destûrê dide Ukraynayê ku çekên bihêz ên dûravêj li dijî Rûsyayê bi kar bîne.

Medyaya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Joe Biden li hemberî hatina "bi deh hezaran leşkerên Koreya Bakur ji bo nav axa Rûsyayê” ew biryarname îmze kir.

Li gorî zanyariyan biryara Biden ji bo wê yekê ye ku beriya Donald Trump dest bi kar  bike hevsengiya şer were guhertin.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump soz da bû heger were hilbijartinên dê şerê di navbera Rûsya

û Ukraynayê di demeke nêzîk de bi dawî bike.

Berpirsên Ukraynayê dilgiran in ku herêmên wan ên di bin kontrola Rûsyayê de neyên vegerandin.

Demeke Koreya Başûr û Ukrayna hişyar da ku Rûsyayayê 10 hezar leşkerên Koreya Bakur li herêma Kurskê bi cih kirine da ku li wê herêmê li dijî leşkerên Ukraynayê şer bikin.

Rêvebiriya Joe Biden dilgiraniya xwe anî ziman ku dibe ku zêdetir leşkerên Koreya Bakur derbasî sînorên Ukraynayê bibin.

Divê were gotin ku Rêveberiya Biden berê li dijî wê yekê bû ku Ukraynayê çek û mûşekên dûravêj li hundirê Rûsyayê bikar bîne û hişyarî da ku ev gav dê xizmeta Ukrayniyan neke.

Serokê Ukraynayl Volodimir Zelensky çendîn caran ji Amerîka û welatên NATO xwest ku rê bidin wê da ku çekên dûravêj ji bo êrişkirina ser axa Rûsyayê bikar bînin.

 Heta niha daxwazên Ukraynayê nedihatin qebûlkirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di civîna Koma Têkiliya Parastina Ukraynayê de li Baregeha Esmanî ya Ramstein a Almanyayê behsa bikaranîna çekên dûravêj kir.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di Sibata 2022an de dest pê kir û Rûsya di gelek waran de pêşketinên girîng bi dest xist.

Şer niha li gelek herêmên rojhilat ên Ukraynayê berdewam dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin