Amerîkayê yekem xala çavdêriyê li Girê Sipî danî

Amerîkayê yekem xala çavdêriyê li Girê Sipî danî

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, armanca danîna xalên çavdêriyê li bakurê Sûriyê ew e, rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê bo Tirkiyê were girtin.

A+A-

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Sean Ryan di pêwendiya bi Pentagonê re ragihand, ji bo rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê bo Tirkiyê, wan biryara danîn xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê dane. Anko ji bo parastina Tirkiyê.

Sean Ryan got jî, wan Tirkiye bi avakirina xalên çavdêriyê agahdar kirine, ji ber ku ewê li ser sînorê wê be, ew xalên çavdêriyê dê hem aramiya bakurê Sûriyê û hem jî metirsiyên Tirkiyê li ber çav bigire.  

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî got jî, aramiya Minbic ji encama hevkariya di navbera wan Tirkiyê de ye, ku ew bi hev re gerên çavdêriyê li navçê encam didin.

Herwiha tekez kir, ew û hevpeymanên wan bi şerê li dijî DAIŞê berdewam dibin ta DAIŞ bi yekcarî tê jinavbirin. Da zanîn jî, hêzên Iraqî ewlehiya li sînor parastine.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis roja 21ê vê mehê ragihand, ji bo rêgirtina li rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ewê hejmarek ji xalên çavdêriyê li bakurê Sûriyê ava bikin.

Li gor zanyariyan, yekem bingeha çavdêriyê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, li bajarokê Girê Sipî hat danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin