Ankawa û Sterling Heights peymana destexwişkiyê îmze kirin

Ankawa û Sterling Heights peymana destexwişkiyê îmze kirin

.

A+A-

Her du bajarokên Kiristiyannişîn Enkawa li parêzgeha Hewlêrê û Sterling Heights li Detroit a Michiganê ya Amerîkayê, peymana Destexwişkiyê îmze kirin. Tê çaverêkirin ku ew di rêvebirina rêveberiyên herêmî û saziyên îdarî de hevkariyê bikin, her wiha di warên perwerde, tenduristî, bazirganî, aborî, çand û warên din de jî hevrêziyê bikin.

Piştî zêdetirî salekê ji danûstandinan, di navbera bajarên Enkawa û Sterling Heights de, peymanek Destexwişkiyê hate îmzekirin. Her du bajarên ku bi piraniya niştecihên wan Xiristiyan in, armanc dikin ku têkiliyên xwe bi fermî bipêş bixin.

Qaymeqamê Enkawayê Ramî Nûrî ji K24ê re ragihand: “Me li gel bajarê Sterling Harris a Michiganê rêkeftinek îmze kiriye. Ji bo me gelek giring e ku di bin sîwana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikarin peywendiyên di navbera Enkawa û civaka mesîhî bi giştî bipêş bixin.”

Şaredarê Sterling Heights Michael Taylor ji K24ê re got: "Ev hevkarî û derfeteke giring e." Em di warê perwerde, bazirganî û pêşketina aborî de alîkariya wan dikin. Di warê çand û mijarên din de jî alîkariya me dikin. Ew ê hem ji bo herdu bajarokan û hem jî ji bo civakan hevkariyek mezin be.”

Bîrokeya Destexwişkiyê ji aliyê Saziya Michigan Chaldean Diaspora ve hat. Heta gihîştina bi rêkeftina dawî û îmzekirinê, nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê bi berdewamî bi berpirsên Sterling Heights re hevdîtin û gotûbêj dikirin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Trîfa Ezîz got: “Nûnertiya me li Dewletên Yekbûyî ji salekê zêdetir e bi her du aliyan re dixebite ku vê hevkariyê bicih bîne. Pêvajo dibe hevgirêdanek girîng mîna peymanên destexwişkiyê yên din, ji ber ku hem Enkawa û hem jî Sterling Heights xwedî civakên pirreng in û nirxên wan ên hevpar hene.”

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin